Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
5 xwendekarên Zanîngeha Dersimê ji ber ku xwestine Gulîstan Dokûya 178 roj in windaye bê dîtin, ji wargeha xwendekaran hatine avêtin. Hatiye destnîşankirin, Midûriyeta Emniyetê ya Dersimê navê her 5 xwendekarên ku beşdarî çalakiyê bûne dane wargeha xwendekaran û xwestine ji wargehê bên avêtin.
Hîvda Tekkaynar, Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê a ku ji wargehê hatiye avêtin, aniye ziman û gotiye, tevî wê 5 kes ji wargehê hatine avêtin. Berî lêpirsîna ku derbarê wan de hatiye destpêkirin bi dawî bibe tevî wê 4 kes ji wargehê hatine avêtin.
Bûrsên me jî birîne
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Tekkaynarê diyar kiriye, ku di lêpirsîna hatiye destpêkirin de hatiye gotin ku wan çalakiya ji bo dîtina Gulîstan Dokûyê dane destpêkirin û gotiye: "Lê belê me got ê çalakî daye destpêkirin ne em in, ji xwe ji bo Gulîstanê çalakiyek hebû û em jî tev lê bûne. Ji me re gotin ‘Tişt nabe herî zêde dê we ji zanîngehê dûr bixin.' Piştî dibistan hatiye girtin gelek hevalên me yên ji wargehê hatibûn avêtin mezûn bû. Hevalek me jî cezaya dûrxistinê lê hatibû birîn. Hem nivîsek şandin mala me hem jî telefon kirin û gotin, têkiliya te ya bi wargehê re hatiye birîn. Niha cihekî ez lê bimînim tuneye. Ji xwe xwediyê malan jî dixwaze xwendekarên di xaniyên wan de derxine. Li Dersimê kirêya xaniyan biha ye. Bûrsa min jî hatiye birîn. Nizanim ez ê çi bikim."
Em ê dev ji eqîbeta hevala xwe bernedin
Tekkaynarê weha pêde çûye, di çalakiyên ji bo Gulîstan Dokûyê de ên li wargehê hemû li derve bûne û gotiye: "Heta em ji bo Dokûyê meşiyan jî. Hevalek me winda ye, em wê meraq dikin. Gulîstan Dokû jî xwendekar e û hevala me bû. Nahêlin em ji bo wê deng jî bikin. Li zanîngehê heman tişt diqewimin. Çavê karmendan hemû li ser me ne. Gava me çalakî li dar xist midûrê wargehê piştgirya me kir û got 'Hûn tiştekî baş dikin, dinya sar e, qocikên xwe, pêlavên xwe li xwe bikin wisa derkevin.' Lê nizam çima tiştekî wiha kirin. Heta karmendekê got 'Polîsan navê we daye, me nedixwest we ji wargehê bavêje.' Tiştek ji destê wan nayê. Lê em ê dev ji aqûbeta hevala xwe bernedin." (TP/AY/FD)