Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
5 şêwirmendên HDPê ku di 11ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin duh (24ê Mijdarê) bi şertê konrola edlî serbest hatin berdan.
Îfadeyên şêwirmendên bi navê Olcay Çelik, Mûhammed Kaya, Zulkuf Kurt, Mûrat Dokdag û Metîn Kumek di 21ê Mijdarê de li cihê ku lê binçavkirî bûn hat hilanîn. Her pênç şêwirmend duh sewqî dozgeriyê hatin kirin, wan ji wir jî bi daxwaza girtinê birine dadgehê. Dadgeha Sulh Cezayê bêyî rûniştina dozê were kirin, li ser daxwaza dozgeriyê bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Şêwirmend Olcay Çelik ji hatibû binçavkirinê heta niha di gireva birçîbûnê de bû.
Çi bûbû?
Olcay Çelikê şêwirmendê Figen Yuksekdag, Mûhammed Kayayê şêwirmendê Ziya Pir, Metin Kumekê şêwirmendê Mithat Sancar, Zulkuf Kurtê Şêwirmendê Koma Partiyê ya HDPê, Mûrat Dokdagê şêwirmendê Nadir Yildirim di 11ê Mijdarê de li Enqere û Amedê di encama serdegiritinên malan de hatibûn binçavkirin.
5 şêwirmend 14 roj li Enqereyê li saloneke werzîşê ku polîsên TEMê wir bi kar tînin de binçavkirî man.
(BK/YO)