Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li navçeya Somayê ya Manîsayê ji ber xemsariyê 301 karkerên komirê li circirikên komirê de miribûn. Îro 5. salvegera bûyerê ye. Em lê binêrin gelo di 5 salan de çi guheriye?
Piştî bi ser bûyerê re 11 meh borîn yanî 13ê Nîsana 2015ê doz hatibû vekirin. Li Dadgeha Akhîsarê ya Cezayên Giran 51 bersûc hatibûn dadkirin. 5 bersûc di girtîgehan de hatibûn dadkirin.
11ê Nîsana 2018ê encama dadkirinê eşkere bûbû. 37 kesan beraet kiribû. 9 kes bi kontrola edlî serbest bûbûn. Can Gurkanî 15 sal cezayê girtinê standibû. Herweha 3 salan ji karên komirê hatibûn dûrxistin.
Xwediyê şirketê serbest bûbû
Pênc kesên hatîn girtin ji dadgeheka bilind xwestibû ew bê berdan. Dadgeheka bilind girtiyekê bi navê Can Gurkan serbest berdabû.
Xwediyê şirketa bûyer lê qewimî Can Gurkan bû.
14. Dadgeha Cezayên Giran a Izmîrê 19ê Nîsana 2018ê biryar dabû ku ji bo 5 kesên girtî di navbera 15-22 salan de ceza hatiye dayin û ev ceza di rê de ye.
(TP/MB)