Fotograf û vîdeo: Hikmet Adal - Tuğçe Yılmaz
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokên giştî yên 5 partiyên mixalif ên di nava "Rêkeftina Mîllî" de ne ji bo piştgiriyê bidin Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (IBB) Ekrem Îmamoglûyî li Saraçhaneyê kom bûn.
Dadgehekê bi îdiaya "heqaret" li endamên Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) kiriye cezayê girtîgehê li Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (IBB) Ekrem Îmamoglûyî birîbû û qedexeya siyasetê danîbû ser wî.
Li ser rêya Saraçhaneyê gelek wesayît hebûn ku ji bo biçin cihê kombûnê hatibûn. Her weha bi sedan mirov jî dimeşiyan û ber bi Saraçhaneyê ve diçûn. 5 serokên partiyên mixalif ên "Rêkeftina Millî" jî hatin IBByê. Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglûyî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand û got ku ji ber "randevûya wî ya doktorî" ew ê nikaribe biçe IBByê.
Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan, Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener, Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû, Serokê Giştî yê Partiya Demokratan Gultekîn Ûysal û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglû hatin IBByê. Her weha şaredarên ji heman partiyan jî li wir bûn.
Li ber avahiya şaredariyê welatiyan slogan berz kirin û li çepikan dan û bi vî rengî biryara dadgehê protesto kir.
Çi bûbû?
Li gorî îdianameyê, Ekrem Îmamoglûyî ji ber ku di axavtina xwe ya 4ê Çiriya Paşiyê ya 2019an de, ji bo endamên YSKyê gotiye "ehmeq" û heqaret li wan kiriye. Di îdianameyê de Serokê YSKyê Sadî Guven û 10 endamên saziyê weke "mexdûr" hatibûn diyarkirin.
Ji bo lêpirsînê îfadeya Îmamoglû hatibû wergirtin. Îmamoglûyî di îfadeya xwe de gotibû ku wî ji bo endamên YSKyê negotiye "ehmeq", ti kesî bi wî rengî fam nekiriye ku ew gotin ji bo endamên YSKyê ye, gotina wî ne ji bo kesekî/ê ye, gotineke siyasî ye û rexneyeke tund e, bi rengekî berbiçav ne ji bo kesekî/ê hatiye gotin.
Dozgerî di îdianameyê de xwestibû ku bila ji salek û 3 meh û 15 rojan heta 4 sal û mehekê cezayê girtîgehê li Îmamoglûyî bibirin. Di encama dadgehkirinê de 2 sal û 5 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hate birîn. Qedexeya siyasî danîn ser wî.
(HA/TY/EMK/FD)