5 kesên ku di maça Amedsporê de “çewalên zer” li ba dikirin, cezayê zindanîkirina li malê stendin
24ê Tebaxê li Stadyuma Kocaeliyê di maça Kocaelispor û Amedsporê de, hinek alîgirên Kocaelisporê li hemberî trîbunên tîma Amedsporê "çewalên zer" hejandin. Piştre hatin desteserkirin û dadgehê cezayê zîndanîkirina li malê 5 kesan birîn.
Dadgehê bi tohmeta ku “kîn û dijminahî xistine nava gel” û “dirûşmên ku heqaret û gefê li xwe digire berzkirine” cezayê zindanîkirina li malê li wan 5 alîgirên Kocaelîsporê birî.
Li Bodrumê nijadperestan êrişî alîgirên Amedsporê kirin
Daxuyaniya Baroya Amedê
Baroya Amedê têkildarî vê kiryara ku wateya gefê dide û aramîya civakî dixe metirsiyê, giliyê gumanbaran kir.
Di demekê de ku nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê di rojevê de ne, provokasyona alîgirên Kocaelîsporê ya di lîstika Amedsporê de, ji encama lîstikê bêhtir derket pêş û deng veda.
Piştî nerazîbûna Serokê Kluba Amedsporê Nahît Eren, Baroya Amedê jî li dijî vê provokasyonê ket nava liv û tevgerê.
Baroya Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan têkildarî nîşandana "çewalên zer" a li dijî alîgirên Amedsporê, serî li dozgeriyê daye û dest bi pêvajoya yasayî kiriye.
Di daxuyaniya Baroyê de wiha tê gotin:
"Têkildarî nîşandana 'çewalên zer' a li dijî alîgirên Amedsporê ya di maça Kocaelîspor û Amedsporê de ji ber ku ev kiryar di nav civakê de dîmenên şer û tundiyê tîne bîra mirovan, di wateya gefxwarinê de ye û aramîya civakî dixe metirsiyê, me giliyê berpirsyaran kir."
Hejandina çewalên zer tê çi wateyê?
Li Tirkiyeyê di salên dawî de "hejandina / libakirina çewalên zer" wekî tevgereke sembolîk tê naskirin. Ev tevger, amaje bi wan kîsên terman dike ku dema gerîlayên PKKyê di êrişan de canê xwe ji dest didin dixin wan.
Di aloziyên siyasî an civakî de ev yek wekî bertek an gefa mirin û tunekirinê tê bikaranîn. Ev îfade û tevger, bi taybetî wekî ku di maça Kocaelispor û Amedsporê de jî hat dîtin, di hinek pêşbirkên futbolê an jî nîqaşên siyasî de derdikeve pêş.
Çi bûbû?
24ê Tebaxê li Stadyuma Kocaeliyê di maça Kocaelispor û Amedsporê de, hinek alîgirên Kocaelisporê li hemberî trîbunên tîma Amedsporê "çewalên zer" hejandin.
Piştre Serdozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin. Di daxuyaniya Serdozgeriyê de hat diyarkirin ku derbarê kesên ku li trîbunê bi "hejandina çewalên zer" li hemberî alîgirên tîma Amedsporê tevgerên tehrîkker kirine dest bi lêpirsînê hatiye kirin.
Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê de nasnameya 5 gumanbaran hatiye diyarkirin û derbarê wan de fermana desteserkirinê hatiye dayîn.
Di daxuyaniya Serdozgeriyê de hat tomarkirin ku li gorî madeya 216an a Qanûna Ceza ya Tirkiyeyê bi tohmeta "tehrîkkirina xelkê ya ji bo kîn û dijminatiyê" û li gorî madeya 14an a Qanûna Hejmar 6222yan bi tohmeta "dirûşmên ku gef an jî heqaretê li xwe digirin" lêpirsîn tê meşandin.
(AY)