Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
4emîn Rojên Fotografan ên Navnetewî li Îzmîrê bi mijara “Geşt, Keşf, Estetîk û Fotograf” e, di navbera 3 û 20ê Gulana 2018ê de li Navenda Hunerê ya Ahmed Adnan Saygûn a Şaredariya Îzmîrê li dar dikeve.
Îsal ji Tirkiye û ji derveyî Tirkiyeyê wênekêş li gel mijara “fotografan” wê li ser mijara estetîkê, keşifkirinê û têkiliya di navbera geşt û fotografan de bisekinin.
Di çarçoveya bernameyê de bi beşdariya 54 wênekêşan wê 23 civînên li ser fotografan, 14 pêşangehên fotografan, du hevpeyvîn û hin bernameyên cuda cuda çêbibin.
Derbarê Rojên Fotografan ên Navnetewî li Îzmîrê de
Rojên Fotografan ên Navnetewî li Îzmîrê de, bi slogana “Îzmîr û Fotograf tên ba hev” di salên 2011, 2013 û 2015ê de çebû.
Bername bi hevkariya Komeleya Hunera Fotografan a Îzmîrê û Beşa Fotografan a Fakulteya Hunerê ya Zanîngeha Dokûz Eylulê, her ji du salan carekê çêdibe.
Heta niha 140 hunermend û akademisyenên herêmî û ji 25 welatan 60 hunermend û akademisyenên biyanî beşdarî bernameyan bûne. (HY/BK/FD)