Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokatiya Rêveberiya Koçberiyê aşkere kiriye ku 45 penaberên di dema xwarina mûzan de vîdeoyên xwe girtine û ew li ser medyaya civakî weşandine, şandine navêndên dersînorkirinê.
Di 17ê Çiriya Pêşiyê de li ser hesabê Kanal Dunyayê yê Youtube-ê vîdeoyek hatibû weşandin. Di wê vîdeoyê de nûçegîhan li kolanên Esenyûrtê, navçeya Stenbolê hevpeyvîn bi gelî re dikir. Jinekê ji keçeke sûriyeyî re gotibû, “Ez nikarim mûzan bixwim, hûn diçin bi kîloyan dikiriin.” Penaberên sûriyeyî yên bertek nîşanî vê van gotinên cidakar dabûn, komeke bikarhênerên medyaya civakî yên sûriyeyî, vîdeoyên xwe yên di dema xwarina mûzan de girtibûn û weşandibûn.
Polîsan 31 penaberên sûriyeyî diyar kiribûn ku vîdeoyên xwe li ser medyaya civakî weşandibûn. Li navçeyên Stenbolê, Arnavûtlûk, Gungoren, Bakirkoy, Esenyûrt, Bahçelîvler, Esenler, Bagcilar û Sûltangaziyê polîsan bi ser malan de giribûn û hejmareke penaber desteser kiribûn.
Kesên desteserkirî bi “Kîndarî û dijminatî di nava gel de çêkirine û ew biçûk xistine” tohmet kirine û ew şandine Rêveberiya Koçberiyê ya Stenbolê.
Rêveberiya Koçberiyê di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kiriye ku 45 kesên karûbarên wan ên yasayî qediyane, şandine navendên dersînorkirinê. (RT/FD)