Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
44 sazî û partiyên siyasî têkildarî êrişa hemwext ya di 30ê Tîrmehê li Enqereyê li dijî sazî û cemxaneyên elewiyan pek hatibû daxûyaniyeke hevbeş weşandine.
Di daxûyaniya hevbeş ya nivîskî de weha hatiye gotin:
“Êrîşên hemwext ên li dijî saziyên Elewî û cemxaneyan berdewamiya kevneşopiya êrîşên birêxistinkirî yên li dijî mûxalîfan, welatiyên xwedî bawerî, nasname û ramanên cuda, bi piştgirî-teşwîqkirina eşkere ya veşartî ya dewletê ye.”
“Kiryar kî be bila bibe, berpirsyarê van êrîşan desthilate ku cudakarî, dijminatî,nefret, heqaret û tundiya li dijî Elewiyan serdest dike û bi destê dewletê hewl dide rejîmeke olî ji serî heta binî ava bike.”
- Divê ev êrîş bi hemû aliyên xwe ve bê ronîkirin, divê di zûtirîn dem de kesên ku kiryar bên zevtkirin, divê saziyên dijdemokratîk û antî laîk ên ku rê dane van êrîşan ji holê bên rakirin.
- Divê mafên hemwelatîbûna wekhev ê Elewiyan û gel û baweriyên din bên naskirin.
- Divê lêborîn ji Elewiyan bê xwestin ku di tevahî dîroka xwe de bi êrîşên bi vî rengî re rûbirû mane û hewl hatiye dayîn ku bi êrişên bi vî rengî ji holê bên rakirin.
Sazî partiyên ku îmzeya wan li bin daxûyaniyê ne ev in:
78'liler Girişimi, 2017 Bodrum Yurttaş İnisiyatifi, Ankara Düşünceye Özgürlük Girişimi, Ankara 78'liler Meclisi, Antakya Yaşama Sevinci Spor Kulübü, Anti Kapitalist Müslümanlar Aka-Der, Akdeniz Engelliler Federasyonu, Alevi Düşünce Ocağı (ADO), Askeri Darbelerin Asker Muhalifleri Derneği (Adam-Der), Birleşik Emekliler Platformu, Demokrasi için Birlik, Demokratik Emekliler Sendikası, Deniz Yıldızı, Devrimci Parti, Dicle Görme Engelliler Derneği, Divriği Kültür Derneği, Doğu-Güneydoğu Dernekleri Platformu, Düşünce Suçu(!?)na Karşı Girişim, Engelli Hakları ve Engelsiz Gelecek Derneği, Emek Partisi (EMEP), Emekçi Hareket Partisi (EHP), Emekliler Dayanışma Sendikası Emekliler Birleşiyor Platformu, Emekliler Postası Platformu, Güngören Demokrasi Platformu, Halkevleri, Hatay Down Sendromlular ve Engelliler Derneği, Hubyar Sultan Alevi Kültür Derneği, Jineps Gazetesi, Kaldıraç, Kamu Emekçileri Sendikaları Konfederasyonu (KESK), Karşı Sanat Çalışmaları, Mersin Engelliler Gençlik Spor Kulübü Derneği, Mezitli Engelli Çocuk Anneleri ve Gönüllüler Derneği, Sosyalist Dayanışma Platformu (SODAP), Sosyalist Yeniden Kuruluş Partisi ( SYKP), Toplumsal Özgürlük Partisi (TÖP), Tüm Emekliler Sendikası, Türkiye İşçi Partisi (TİP), Türkiye Almanya Kültür Forumu, Yeşil Sol Parti, Yol Erenleri, Yurttaş Girişimi.
Çi bûbû?
Di 30ê Tîrmehê li Enqereyê li dijî gelek sazî û cemxaneyên elewiyan bi awayekî hemwext êriş pek hatibû. Di dema êrişan de paceyên hin saziyan hatin şikandin û di hin saziyan de jî welatiyên k udi saziyan de bûne rastî êrişa fîzîkî hatine.
Saziyên ku rastî êrîşan hatibûn ev in: Cemxaneya Şah-î Mardan ku li Kolana Egeyê ye, Cemxaneya Serçeşmeyê ku li Batikentê ye, Cemxaneya Pîr Sultan Abdal ku li Çankaya Oranê ye, Cemxaneya Şaxa DADê ya Enqereyê ya Ana Fatmayê ku li Tuzluçayirê ye, Navenda Giştî ya Weqfa Elewiyên Bektaşî yên Tirkmen û Komeleya Gundê Gokçebelê.(TY/AY)