Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
* Fotograf: Avukat Hüseyin Boğatekin - Edliyeya Stenbolê
43 mafparêzan ji bo piştgiriyê bidin herdu dersdêrên di greva birçîbûnê de, Nûriye Gûlmen û Semîh Ozakçayî xwenîşandanek pêk anîbûn û ji hêla polîsan ve hatibûn desteserkirin bi şertê kontrola edlî serbest man ku Gulmen û Ozakçayî 153 roj in di greva birçîbûnê de ne.
43 mafparêz vê sibê bi sûcdariya “kirina propagandeya rêxistina dijyaseyê” li Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê pêşî derketin pêşberî dozgeriyê û paşê ew şandin ber Dadweraya Ceza ya Sulhê ya Nobedar ku 3 roj in desteserkirî bûn.
5ê Tebaxê roja şemiyê mafparêz li Beşîktaşê li ber Peykerê Qertelî hatin bav hev û xwestin ku ji bo Gulmen û Ozakçayî daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan mudaxeleyî wan kir û di encamê de 33 kes hatin desteserkirin. Paşê polîsan mudaxeleyî wan kesan jî kir ku xwestin ji bo kesên desteserkirî daxuyaniyê bidin û hin kesên din jî desteser kir. Di encamê de hejmara kesên desteserkirî gihişt 43 kesan.
Îfadeya mafparêzan li Midûriyeta Emniyetê duh hatibû standin ku Serokê İHDya Stenbolê parêzer Gulseren Yolerî, Endamê Lijneya Rêveber a İHDyê Dogan Ozkan, gelek endamên İHDyê û parêzer Barkin Tîmtîk jî di nav kesên desteserkirî de bûn.
Gulmen û Ozakça
Herdu dersdêrên Nûriye Gûlmen û Semîh Ozakça 153 roj in ku di greva birçîbûnê de ne û niho li girtîgehê ne. IHDyê eşkere kir ku mafparêzan xwest balê bikişîne ser rewşa wan dersdêran.
Gûlmen û Ozakça bi Biryarnameyeka di Hikmê Qanûnan de ji karê wan hatibûn avêtin û ji bo ew li karê xwe vegerin wan dest bi greva birçîbûnê kiribû.
(AS/FD)