Arif Îltaş li Hîzanê, navçeya Bedlîsê ji darên biyê çiqilan dide hev û selikan ji wan çêdike.
Îltaş di 12 saliya xwe da ji kalikê xwe fêrî vî karî bûye û ev 40 sal in vî karî dike. Arif Îltaş biharê li dora çeman digere û çiqilên dara biyê kom dike.
Îltaş demekê şûn da pelg û qalikê çiql û çirpiyan jê diqetîne, li pêşiya sobeya li mala xwe kêlî kêlî vedigre û wan dike selik.
Îltaş li ser wesandinê selikên nan, mêwe û amûrên xemlê çêdike û difroşe.
Ji bilî Îltaşî kesekî/e din ku vî karî bike nîne.
Îltaşî ji bo karê xwe wiha gotiye:
"Ji bo kesên nanê tendûrê lê dixin, kesên hingiv difroşin ez selik û xanikan çêdikim. Li gor wesandinê kî çi dixwaze ez wê çêdikim. Selikên me zehf xwezayî ne, ji bo tenduristiyê baş in û wekî poşetan nînin. Mêwe 10 rojan di sepetê da bimînin jî tiştek pê nabe. Ji bo malê hewcedarî ye. Ji ber ku bi destan hatiye çêkirin wekî amûra xemlê jî tên bikaranîn. Ez li odeyeke mala xwe selikan çêdikim. Dema bimrim kesekê vî karî bidomîne tune. Ez dixwazim ev mesleg dewam bike." (FD)
* Fotograf: Ahmet Okur / AA