Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Hasan Cemal, Yildirim Tûrker û Nadîre Materê ji bo Ozgûr Gûndemê, Nobedariya Berpirsiyarîya Weşanê kiribû.
Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê, 38 rojnameger bi sûcên "propagandaya ji bo rêxistina terorî"(li gor Xala 7/2. a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê) û "çapkirin û belavkirina bang û daxuyaniyên rêxistinên terorî"(li gor Xala 7/2 a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê) têne dadkirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 22. a Stenbolê bi sûcê "propagandakirinê" 15 meh cezayê da Murat Uyurkulakî.
Dadgeha Cezayên Giran a 22. a Stenbolê bi sûcê "propagandakirinê" 6 hezar cezayê pereyî da Hasan Cemalî.
Dadgeha Cezayên Giran a 22. a Stenbolê bi sûcê “propagandakirinê”10 meh û 15 roj cezayê girtinê da Yildirim Tûrkerî.
Dadgeha Cezayên Giran a 22. a Stenbolê bi sûcê "propagandakirinê" 6 hezar cezayê pereyî û 15 meh cezayê girtinê da Materê.
Dadkirina Murat Uyurkulakî
Parêzera Murat Uyurkulakî, Hûrrem Sonmezê gotiye "li vê derê hevgiriya digel Ozgûr Gûndemê tê dadkirin."
"Mûwekilê min nivîskarek e. Parastina fikr û ramanê wek nivîskarekê ji bo wî mafekê bingehîn e.
"Pîvanên weşana rojnameyan dikare di nav civakê de an jî li zanîngehê bê axiftin û minaqeşe li ser bê kirin. Dadgeh ne ew cih e ku pîvanên rojnameyan lê bêne eşkerekirin."
Dadkirina Jûlîde Kûral û Ilham Bakirî
Dadgeha Cezayên Giran a 22. a Stenbolê dadkirina Jûlîde Kûral û Îlham Bakirî bi paş de da. Dîwana dadgeran daxwazên ji bo bipaşdedana rûniştinê ya Kûralê û Bakirî qebûl kir.
Dadkirina Hasan Cemalî
Hasan Cemal bi xwe beşdarî rûniştina dadkirinê bû. Hasan Cemalî got: "Ez ji bo çapemeniya azad û serbixwe biparêzim li vê derê me.
"Ji bo vê yekê dixwazim azadiya rojnamegerên Kurd biparêzim. Dema ku ez vî karî dikim dixwazim diyar bikim ku bêyî rojnamegerên kurd azad bibin medya dê li vî welatî azad nebe.
"Ez rojnamegerekê 73 salî me. 47 sal in ku rojnamegeriyê dikim û min piraniya emrê xwe bi nêrîna li Kurdan borand. "
Cezayê pereyî
Dadgehê biryar da ji Xala 7/2. 6 hezar Lîreyên Tirkan ceza da Cemalî.
Dadkirina Yildirim Tûrkerî
Piştî Materê Rûniştina ji bo Tûrkerî dest pê kir. Tûrker beşdarî rûniştinê nebû.
Li ser navê Tûrkerî parêzera wî Emel Ataktûrk axivî û wê got: “Ez hêvî dikim hûn bêyî ku aliyekê bigirin, biryaran bidin.”
Dadgerî got: “Ev gotinên te fişş in û ez heman gotinan li te vedigerînim.”
Ceza hat paşdedan
Dadgehê ji ber sûcê “propagandakirinê” salek û 6 meh ceza da Tûrkerî. Ji ber ku ew sûc bi rêya çapemeniyê hatiye kirin ceza hat guhertin û bû 2 sal û 3 meh. Ji şeşê yekê cezayî hat kêmkirin û ceza bû salek û 10 meh û 15 roj.
Dîwana dadgeran a serokê wê Firat Demîr e, cezayê girtinê bi paş de da.
Dadkirina Nadîre Materê
Nadîre Materê ji bo Ozgûr Gûndemê, Nobedariya Berpirsiyarîya Weşanê kiribû. Mater di 7ê Adarê de(îro) hat dadkirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 22. a Stenbolê bi sûcê "propagandakirinê" 6 hezar cezayê pereyî û 15 meh cezayê girtinê da Materê.
Materê got “divê ev doz bê betalkirin” wê ji bo dadgeran got:
“Vê dozê eşkere kir ka civak li Ozgûr Gûndemê û medyaya kurdan çawa dinêre. Ji bo vê yekê mala we ava be.”
Parêzera Materê, Merîç Eyûpoglûyê eşkere kir ku ji dema avabûna xwe ve xebatkarên Ozgûr Gûndemê hatine girtin û kuştin. Nadîre MAter ji bo hevgiriyê bûye nobedara weşana Ozgûr Gûndemê.
Çi bûbû?
Piştî 24ê Tîrmeha 2015ê pevçûnan dest pê kir, gelek doz li Ozgûr Gûndemê hatin vekirin. Li hemberî zordariyan Ozgûr Gûndemê Kampanyaya Nobedariya Berpirsiyariya Weşanê da dest pê kirin.
Doza ''propagandaya rêxistina terorî'' li wan kesên ku ji bo rojekê bûbûn berpirsên weşanê, hat vekirin.
Nobedarên Weşana Ozgûr Gûndemê, 38 rojnameger bi sûcên "propagandaya ji bo rêxistina terorî" û "çapkirin û belavkirina bang û daxuyaniyên rêxistinên terorî bi Xala 6. a Qanûna li Dijî Terorê ya 3713ê têne dadkirin.
Navê rojnamegeran: A. Kumru Başer, Ahmet Nesin, Ayşe Batumlu, Ayşe Düzkan, Beyza Üstün, Can Dündar, Celal Başlangıç, Celalettin Can, Cengiz Baysoy, Çilem Küçükkkeleş, Derya Okatan, Dicle Anter, Erol Önderoğlu, Ertuğrul Mavioğlu, Faruk Balıkçı, Faruk Eren, Fehim Işık, Hüseyin Tahmaz, Hakkı Boltan, Hasan Cemal, Hasan Hayri Şanlı, İbrahim Bodur, İhsan Çaralan, Julide Kural, M. Ali Çelebi, Murat Çelikkan, Murat Uyurkulak, Nadire Mater, Necmiye Alpay, Nevin Erdemir, Öncü Akgül, Ragıp Duran, Said Sefa, Şanar Yurdatapan, Şebnem Korur Fincancı, Tuğrul Eryılmaz, Veysi Altay, Yıldırım Türker.
Sê kesên beşdariya kampanyayê kiribûn; berpirsê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas, Erol Onderoglû, seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Şebnem Korûr Fîncanci û nivîskar Ahmet Nesîn ji bo demekê hatin girtin.
Di 16ê Tebaxê de Dadgeha Cezayên Sûlhê ya 8. biryara girtina Ozgûr Gûndemê da.
Di 19ê Tebaxê de, Asli erdogan a nivîskara Ozgûr Gûndemê û endama Lijneya Şêwirmendên Weşanê hat girtin.
Di 22yê Tebaxê de Zana Kayayê berpirsê weşana Ozgûr Gûndemê û berpirsê naveroka nivîsan Inan Kizilkaya hatin girtin.
Di 31ê Tebaxê de, endama Lijneya Weşanê ya Ozgûr Gûndemê, Necmîye Alpaya nivîskar û zimanzan hat girtin.
Derbarê 50 rojnamegerên Nobedarên Weşanê de lêpirsîn dan destpêkirin û derbarê 39 rojnamegeran de jî doz hat vekirin.
Di 29ê Kanûna 2016an de Asli Erdogan û Necmiye Alpay serbest hatin berdan.(EA/MB)