Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan duh (29ê Kanûna Paşiyê, Berfenbara 2019ê) li Şirnex û navçeyên wê, bi ser malan de girtibûn û Berîvan Kûtlû namzeta Şaredariya Cizîrê ya Partiya Demokratîk a HDPyê û Ayşe Altay Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirneşê jî di nav de 15 siyasetmedarên jin hatibûn desteserkirin.
Bixwîne - Li Şirnexê siyasetmedarên jin hatine desteserkirin
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Jinê, Zeynep Îdîna ducanî û Ayfer Şahîn Bilici, piştî îfadagertina li Dozgeriya Şirnexê serbest bûne. Îro jî Sîbel Erk û Kûmrû Yuruk piştî îfadegirtina li Dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatine berdan.
Îfadeyên 11 siyasetmedarên jin li Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê tên girtin. DBPya Şirnexê ji bianetê re diyar kiribû ku ew nizanin siyasetmedarên jin ji ber çi sedemê hatine desteserkirin. (EMK/FD)
Foto: Berîvan Kûtlû û Ayşe Altay hê jî desteserkirî ne