Fotograf: AA
Li Wanê Kevirên Şeytan ên Yavuzlarê, li Antalyayê Qada Taybet a Xwezayî ya Navbera di Tekirova-Adrasan-Pozê Gelidonyayê û Bajarê Antîk Geyikbayiri-Trebenna û herwiha li Muglayê jî Qada Taybet a Xwezayî ya Nîvgirava Kudurê weke "qada divê teqez bê parastin" hatine ragihandin.
Biyarnameyên Serokomariyê yên di vê derbarê de li Rojnameya Fermî hatiye weşandin. Li gorî vê biryarnameyê li Wanê Kevirên Şeytan ên Yavuzlarê ku di nava sînorê navçeya Elbakê de ye, li Antalyayê Qada Taybet a Xwezayî ya Navbera Tekirova-Adrasan-Pozê Gelidonyayê ku li navçeya Kumlucayê ye û Bajarê Antîk Geyikbayiri-Trebenna ku li navçeya Konyaaltiyê ye û herwiha li Muglayê jî Qada Taybet a Xwezayî ya Nîvgirava Kudurê ku li navçeya Bodrumê ye weke "qada divê teqez bê parastin" hatine tescilkirin û ragihandin.
Hin milkên li Taxa Evrencîka girêdayî navçeya Vîzeyê ya Kirklareliyê jî ji ber çêkirina Santrala Vejena Bayê ya Evrencîkê dê bi destê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê bilez were guhertin û dewlet dest deyne ser wan. (FD)