4 akademîsyenên ku ji ber îmzekirina danezana ‘Em nabin hevparê vê sûcê’ hatibûn girtin, bangî parlementerên CHPê kirin ku li dijî rakirina parêzbendiyan bila îmze bidin.
Alk. Doç. Dr. Esra Mungan, Doç. Dr. Kivanç Ersoy, Alk. Doç. Dr. Merla Camci û Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya bangî parlementerên CHPê kirin û gotin: ‘Em berpirsyariya we ya dîrokî tînin bîra we! Pêwistî bi 110 îmzeyan heye! Hûn jî îmze bidin!’
Teklîfa ji bo rakirina parêzbendiya parlemeteran li meclisê hat qebûlkirin. Ji bo îtiraza derbarê wê teklîfê de, divê herî kêm 110 parlementer îmze bide ku serî li Dadgeha Makeqanûnê were dayîn.
‘Nebin hevparê vê sûcê’
Banga 4 akademîsyenan bi vî rengî ye:
‘Em spasiyên xwe li hemû endamên CHPê dikin ku dema em girtîbûn, ji bo me li ber girtîgehê nobetê girtin û piştgirî dan me.’
‘Me dît ku gelek wekîlên CHPê li meclisê di dengdana 20ê Gulanê de bûn aliyêke hiqûqê. Wekîlên CHPê ji bo wê teklîfa ku hewldidin pê parêzbendiya parlementeran rakin, dengê neyînî dan.’
‘Em weke akademîsyenên ku ji bo aştî û demokrasiyê berxwe didin, bangî we dikin ku çiqas gefxwarin û zext were kirin jî îmzeyên xwe bidin ku ji bo îtiraza derbarê wê teklîfê de, divê herî kêm 110 parlementer îmze bide ku serî li Dadgeha Makeqanûnê were dayîn. Em temenî dikin ku hûn ligel hiqûq û demokeasiyê tevbigerin.’
(BK/YO)