Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê daneyên fermî yên derbarê şewba Covid-19ê de yên di navbera 1 û 7ê Tebaxê de weşandiye.
Li gorî van daneyan, beriya bi hefteyekê 406 hezar û 322 kes bi nexweşiyê ketibûn, di hefteya navborî de ev hejmar daketiye 232 hezar û 253 kesî.
Hefteyek berê hejmara miriyan 337 bû, lê vê hefteyê bûye 380.
Heta niha 16 milyon û 528 hezar û 70 kes bi nexweşiyê ketine û 100 hezar û 58 kes jî mirine. (RT/FD)