Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
37emîn Festîvala Filman a Stenbolê wê 6ê Nîsanê bi filmê Lean On Peteyê dest pê bike ku festîval ji hêla Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (İKSV) tê lidarxistin.
Di çarçoveya festîvalê de wê 200 film di 18 beşan de bên nîşandan. Her wiha bi beşdariya sînemagran wê hevpevyîn, sohbet û bernameyên taybet ên belaş çêbibin. Festîval wê 12 rojan berdewam bike.
Wê xelatan bidin lîstikvan û derhêneran
Merasîma destpêkê ya Festîvalê wê 6ê Nîsanê roja înê li Qesra Pêşangeh û Kongreyê ya Lutfî Kirdarê çêbibe.
Bername wê saet di 20.30 deqîqeyan de dest pê bike û wê Xelatên Rûmetê yên Sînemayê bidin lîstikvan Perîhan Savaş, nivîskar û senarîst Osman Şahîn, derhêner Aram Gulyuz û produktor Arîf Keskînerî.
Her wiha Cevdet Pîşkîn wê Xelata Kedê ya Sînemayê bistîne ku 22 sal in li Sînemaya Atlasê ya Stenbolê midûriyetê dike.
Fîlmê destpêkê: Lean on Pete
Festîval wê bi filmê derhêner Andrew Haighî yê bi navê Lean on Peteyê dest pê bike ku Charlie Plummerî li Venedîkê xelata Lîstikvanê Ciwan ê Herî Baş standibû. Travis Fimmel yek ji lîstîkvanên filmî jî wê beşdarî bernameya destpêkê ya festîvalê bibe.
Fîlm di heman demê de wê 6ê Nîsanê saet 21.30 deqîqeyan li Sînemaya Atlasê ya Beyoglûyê û Sînemaya Rexxê ya Kadikoyê bê nîşandan.
Di nava mêvanên festîvalê de derhêner Pablo Berger, lîstikvan Maribel Verdú, derhêner Peter Greenawa, hunermenda multîmedyayê Saskiya Boddeke, derhêner Aşgar Yusifînejad, derhêner Andrés Goteira, lîstikvan û dansvana Portekîzî İsabél Zuaa, Milcho Manchevski ku bi filmê bi navê Piştî Baranê hatibû naskirin û hunermenda Îranî Şîrîn Neşat heye. (EA/FD)
Ji bo bernameya festîvalê û agahiyên berfirehtir bitikîne