Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
333 kesên ku bi alikariya Wezareta Karên Derveyî ji Ingilistanê hatin Firokexaneya Esenbogaya Enqereyê di çarçoveya tedbîrên Covîd-19ê de li wargeha xwendekaran a Kirikkaleyê hatine bicîhkirin. Her weha polîsan ev kes bi 15 otobûsan birine Kirikkalê ye û wê 14 rojan di bin çavdêriyê de bin.
Ev kesa li Wargeha Xwendekarên Keç ya Ummu Hatûna ser bi Wezareta Werzîş û Ciwanane hatine bicîhkirin. Piştî ku kontrolên tenduristiyê yên ewil yên wan kesan hatine kirin, di odeyên yekkesî de hatine bicîhkirin.
Ekîbên polîs û cendirmeyan li derdora avahiyê tedbîrên ewlekariyê stendiye.
Dê 14 roj di karantînayê de bimînin
Welatiyên ku 14 rojan wê di karantînayê de biminin dê pedivîyên wan ji aliye Walîtiya Kirikkaleyê, Rêvebirîya Tenduristiyê ya Bajêr, Rêvebiriya Bajêr ya Werzîş û Ciwanan û Heyva Sora Tirk ve were cîbicîkirin.
Civaknas û Derûnasên ser bi Wezareta Kar û Xizmetên Malbatan, dê di pêvajoya karantînayê de li gel welatiyan bin. (TP/AY/FD)