Ji bo nûçeya Îngilizî / Tirkî bitikîne
Alîkarê Mudirê Giştî yê Ragihandin-Enformasyonê Ekrem Okutan daxuyand ku pitî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê 330 kartên çapemeniyê hatin betalkirin.
Ekrem Okutan ragihand ku hefteya borî jî 34 kartên çapemeniyê hatibûn betalkirin û got ku derbarê wan kesên ku karta çapemeniyê bi kar tînin de jî lêkolîn hatiye kirin.
Okutan wiha got: ‘Di çarçoveya xebatên kirî de kartên çapemeniyê yên 296 kesan hatine betalkirin. Bi vî awayî hejmara kartên çapemeniyê yên ku hatine betalkirin derketiye 330an.’
(ÇT/YO)