Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê 33 qurbaniyên Geliyê Sefoyê bibîr anîne ku di sala 1943yan de bi îdiaya “ne bi yasayî sînor derbas kirine” Orgeneral Mûstafa Mûglali, Fermandarê Artêşa 3yan ew qetil kiribûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê bernameya bibîranînê li navçeya Qelqeliyê ya Wanê pêk hatiye. Fîkret Dogan, Hevserokê HDPya Wanê, Çetîn Ûyar, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk yê Wanê, Mûazzez Orhan Parlamentera HDPyê ya Wanê, Mûstafa Avci, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê li şûna wî kayûm tayîn kirine, rêveberên bajar û navçeyan ên herdu partiyan.
HDPyî li ber avahiya hikûmetê ya berê ji bo rêzgirtina qurbaniyan sekinîne û qurnefîl danîne wir ku qurbanî li wê avahiyê hatibûn desteserkirin.
“Gorên 32 kesan nayê zanîn”
Mûazzez Orhan, Parlamentera HDPyê li vir axiviye û gotiye ku qetlîama navborî yekem qetlîama dîroka komarê ye.
Orhanê di axavtina xwe de wiha gotiye: “Ji Koçgiriyê heta 33 Guleyan, ji Zîlanê heta Roboskiyê, jêrzemînên Cizîrê, dîroka welêt, dîroka qetlîaman e.
“Gundiyê ku ji vê qetlîamê filîtiye, sînorê Îranê derbas kiriye û bi şahidiya wî ev qetlîam derketiey holê. Lê hê jî cihê gorên 32 qurbaniyan nayê zanîn.”
Derbarê Mûstafa Mûglaliyî de
Orgeneral Mûglali di sala 1943yan de bi îdiaya ku qaçaxçîtiya ajalan dikin 33 gundî li navçeya Qelqeliyê yê Wanê dabû ber guleyan.
Mûglalî paşê ji ber vê bûyerê bi cezayê darvekirinê hatibû cezakirin. Ji ber temenê wî ev ceza kêm kiribûn, di encamê de 20 sal cezayê girtîgehê lê birîbûn. Lê Dadgeha Bilind a Leşkerî ev biryar qebûl nekiribû lê Mûglalî beriya dadgehkirina duyem pêk were di Kanûna Pêşiyê ya 1951an de miribû.
Di meha Gulanê ya 2004an de navê tabûra sînorî ya cendermeyan ya ku bûyer lê qewimî bû, kiribûn Qişleya Mûstafa Mûglaliyhi. Bertek li herêmê li dijî vê biryarê çêbûn.
Ahmet Arîf helbesta xwe ya bi navê “33 Gule” (33 Kurşun) ji ber vê qetlîamê nivîsandiye. (RT/FD)