Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Anadolûyê bi îdiaya ku li navçeyên Maltepe, Ataşehîr û Kadikoyê di sendoqan de karên dijyasayî hatiye kirin 32 lêpirsînnameyên cida amade kiriye.
Li gorî nûçeya ku Ajansa Anadolûyê (AA) belav kiriye, lêpirsînname li ser îdiayên AKP û MHPyê hatine amadekirin.
Nasnameyên wezîfedarên li ser sendoqan hatiye xwestin
Dozgeriyê ji bo lêpirsînê zabitnameyên derbarê sendoqan de û nasnameyên wezîfedarên li ser sendoqan xwestiye. Tê îdiakirin li van deran karên dijyasayî hatiye kirin.
Bang li 100 kesan kirine
Piştî ev zanyarî gihiştine ber destê Serdozgeriyê, bang li zêdetirî 100 kesan hatiye kirin. Ev kes weke gumanbar hatine dîtin û îfadeyên wan hatine stendin.
Ji wan hatiye pirsîn ku “beriya niha di dema ti hilbijartinê de hûn bûne wezîfedar an na?”, “îmzeyên di bin zabitnameyan de yên we ne yan na?”, “jimartina dengan çawa çêbûne?” û hin pirsên din ji wan hatine kirin.
Wê lêkolîn li ser wan bê kirin
Buroya Lêpirsînê ya Sûcên Darayî û Qaçaxçîtiya Birêxistinkirî ya Anadolûyê lêpirsînê derbarê mijarê de dike. Wê li wî tiştî binêrin ku wezîfedar gelo dikarîbûn bibin serok û endamên sendoqan an na. (HK/FD)