Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
30yemîn Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) ya Rewşa Awarteyê vê sibê hat belavkirin ku Rewşa Awarte di 20ê Tîrmehê ya 2016yê de hatibû ragihandin.
KHKya hejmar 697ê di civîna Lijneya Wezîran de hatibû amadekirin ku 8ê Kanûna Paşiyê civîn bi rê ve çûbû. Lijneyê di çarçoveya Xala 4emîn a Rewşa Awarteyê hejmar 2935ê û Xala 121ê ya Destûra Bingehîn de biryara derxistina KHKyê standiye. KHK di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de hat belavkirin û kete meriyetê.
Bi vê KHKyê re biryar hat standin ku 2 hezar û 217 kesên bi KHKyên beriya niha de ji wezîfeyê hatibûn avêtin, vegerin ser wezîfeyên xwe.
1823 kesên ku biryara vegerê ya ser kar ji bo wan hatiye standin bi hinceta ByLock bi kar anîne hatibûn ixrackirin lê paşê derketibû holê ku dema bi sîstema “Mejiyê Binevşî” re sepanekê dadixin bi nezanî programa bi navê ByLockê daxistine telefonên xwe yên mobile.
Biryara ixracên nû heye
Di çarçoveya heman KHKyê de 262 kes ji wezîfeyên hatin dûrxistin. Li gorî vê biryarê ji hin dem û dezgeyên dewletê 214 kes, ji Hêzên Çekdar ên Fermî yên Tirkan (TSK) 48 kes hatin ixrackirin.
Du saziyên medyayê hatin girtin
Her wiha biryar hat girtin ku weşanên Şîrketa Weşangeriyê ya Hatay Guney Radyo TVyê (Hatmar FM) û Şîrketa Weşangeriyê ya Prestîj Medyayê (YEK TV) bi dawî bibin.
Statuya Serokatiya Beşa Tevgera Taybet bilind kirin
Di çarçoveya KHKyê de Serokatiya Beşa Tevgera Taybet ya di bin banê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê de hat rakirin. Biryar hat girtin ku bibe Serokatiya Tevgera Taybet. (HK/FD)