Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirimî diyar kir ku di 24ê Hezîranê de 30 hezar welatiyên Sûriyeyê dê ji bo hilbijartina Tirkiyeyê dengê xwe bidin.
Yildirimî diyar kiriye ku ji bo wan kesan mafê welatîbûna Tirkiyeyê hatiye dayin. Di heman axiftinê de Yildirimî gotiye “xelkê Sûriyeyê mêvanên me ne ew ê vegerin welatê xwe.”
Serokatiya Koçberiyê ya Tirkiyeyê di Gulana 2017ê de diyar kiribû ku ji bo 30 hezar welatiyên Sûriyeyê mafê welatîbûna Tirkiyeyê dê bê dayin. Tê plankirin ku di demekê dirêj de jimara welatiyên Sûriyeyê yên bûyîn welatiyên Tirkiyeyê bibe 300 hezar.
Li gor rapora Komîseriya Bilind a Koçberan ya Neteweyên Yekbûyî ya ku di meha Nîsanê de hatibû weşandin: Li Tirkiyeyê 3,6 milyon welatiyên Sûriyeyê hene.
(HK/MB)