Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Dûlkadiroglûya Mereşê agir bi malekê ketiye û 3 zarok ji ber dûyê agir mirine.
Di mala ku malbateke sûriyeyî lê diman û zarok lê hebûne, ji ber sedemeke nediyar şewat derketiye.
Li ser agahdarkirina kesên derdorê ekîbên agirkujiye, polês û tenduristiyê çûne cihê bûyerê.
Xebatên otopsiyê yên Zehra el-Abdullah (11), Abdurrahman (3) û Muhammed Atla (1) ên li morga Nexweşxaneya Tenduristî û Lêkolînê ya Zanîngeha Kahramanmaraş Sutçu Îmamê (KSU) bi dawî bûne.
Piştî şewatê serdozgerê komarî li qada ku mal lê bûye lêkolîn kiriye. Piştî berdana dayika zarokan ku bi hinceta dibe ku xemsariya wê di mirina zarokan de hebûye hatibû desteserkirin, cenaze hatine definkirin.
Hate hînbûn ku bavê zarokan par miriye, dayik jî bi zarokên xwe re bi tena serê xwe dijiya.
Sedema şewatê tê lêkolînkirin.
(AO/AY)