Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehê sê kesên ku li ser hesabên xwe yên YouTube-ê weşan dikirin, bi cezayê zindanîkirina li malê ceza kirine. Her weha derketina wan a derketina ji derveyî Tirkiyeyê jî qedexe bûye.
Xwediyê hesabê Ilave TVyê Arîf Kocabiyik, xwediyê hesabê Kendine Muhabirê Hasan Koksoy û xwediyê hesabê Sade Vatandaşê Tûran Kûral duh di saetên sibê de hatibûn desteserkirin. Piştî ku 24 saetan desteser mabûn, ew birine dadgehê.
Dadweriya Aştî û Cezayan Kocabiyik, Koksoy û Kûral bi cezayê zindanîkirina li malê ceza kirine. Her weha derketina wan a derketina ji derveyî Tirkiyeyê jî qedexe bûye.
Çi bûbû?
Mucahît Bîrincî, Endamê Lijneya Rêveberiya Biryardayînê ya Navendî ya Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) giliyê xwediyên kanala Kendine Muhabir û Sade Vatandaşî kiribû û ew her du kes duh hatibûn desteserkirin.
Koksoy hefteya borî ji ber hevpeyvîneke xwe ya li Antalyayê, tevlî kesê hevpeyvîn pê re kiribû, hatibû girtin û paşê serbest bûbû.
Dema Koksoy girtî bû, hevjîna wî ya ku li kolanan hevpeyvîn bi welatiyan re dikir, gotibû, polîsan di destê sibê de bi ser mala wan de girtiye, dest daniye ser komputer û hemû kelûpelên ragihandinê, polîsan Hasan Koksoy jî bi xwe re biriye û “Sedema fermana lêgerînê Mucahît Birincî ye.”
Mehmet Koyuncu, xwediyê kanala Sade Vatandaşê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kiribû ku ew hatiye desteserkirin.
Her weha Arîf Kocabiyik, xwediyê kanala Ilave TVyê tevlî kameramanê xwe hatibû desteserkirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Ragihandina Stratejîk a Navnetewî de medyaya civakî ji bo demokrasiyê weke “gef” penase kiribû û gotibû ew ê tedbîrên tund werbigirin. Desteserkirina her sê YouTuberan piştî van daxuyaniyan bûbû. (HA/FD)