Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di ser kuştina Tahîr Elçî, Serokê Baroya Amedê re sê sal borî ye.
Sibe (28ê Çiriya Paşiyê/Mijdar/Sermawez) sêyem salvegera kuştina Elçiyî ye hîna failên kuştinê nehatine dîtin û di dosyayê de ti pêşketin çênebûye.
Meral Daniş Beştaş, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê derbarê mijarê de pêşniyarnameyek pêşkêşî Meclîsê kiriye û gotiye; “Lêkolîn li ser mirina Elçiyî bê kirin, wê ev ji bo ronîkirina gelek kuştinên failên wan ne diyar bibe pêngavek ku di rabirdûyê de çêbûne”.
Rayedaran wê demê çi gotibûn?
Tahîr Elçî 28ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2015ê, li Sûrê li ber Minareya Çar Ling hatibû kuştin ku di wê demê de daxuyanî didan çapemeniyê.
Beştaşê di pêşniyarnameya xwe de gotinên rayedarên wê demê yên derbarê kuştinê de ragihandiye:
“Ahmet Davûtoglû, Serokwezîrê wê demê roja ku bûyer qewimî bû wiha gotibû: ‘Ev bûyer tekez wê bê ronîkirin. Em di dema xwe de nahêlin bûyerên failên wan nediyar çêbibin. Piştî vê bûyera terorê, sûîkasta li dijî Birêz Tahîr Elçiyî, heke ku rewşeke wiha hebe, di encama lêkolînê de kê kiribe wê derkeve holê. Lê kê kiribe ferq nake, hedef zelal e, hedef ne tenê Birêz Tahîr Elçî ye, hedef Tirkiye ye’.
“Nûman Kûrtûlmuş, Alîkarê Serokwezîrê wê demê jî êrîşa li ser Elçiyî bi gotinên ‘sûîkasteke bi xûnxwarî hatiye kirin” nirxandibû”.
Di dema lêpirsînê de çi bûye?
Di pêşniyarnameyê de derbarê lêpirsînê de ev zanyarî hatine parvekirin:
* Di lêpirsînê de heta niha 2 serdozger, 4 dozger hatine guhertin.
* Çar erkdarên hêzên asayişê yên di dîmenan de tê dîtin ku gule ber bi aliyê Elçiyî berdidin, di dosyayê de weke şahit hatine nîşandan.
* Di encama lêkolîna dîmenên kamerayên kargehên li kolanê de ti tiştek derneketiye. Dîsa dîmenên sê kamerayên Mardin Kebapeviyê ya li kolanê hatine berhevkirin lê kameraya çarem “nexebitiye” ku berê wê li hêla bûyerê bûye.
* Di dîmenên kameraya polîsan de 13 saniye kêm e ku di van dîmenan de dema kuştina Elçiyî tê dîtin.
* Digel ku parêzerên malbata Elçiyî serî li dozgeriyê dane, karta kamerayê ya polîsan nehatiye dîtin.
* Lêkolîna krîmînal li wan çekên 30 polîsan nehatiye kirin ku li kolana bûyer lê qewimî ye bûne. (AS/FD)