Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger Seyhan Avşarê aşkere kiriye ku piştî nûçeya wê ya li Halk TVyê belav bûye ya navê “Tetikçiyê Çakiciyî bi eroînê hatiye girtin: Di îfadeya wî de gelek tişt hene” gef lê hatiye xwarin.
Seyhanê gotiye ji ber ku wê nivîsandiye Bariş Dûyû yek ji peyayê serokê rêxistina sûcan Alaattîn Çakici ye, bi 16 kîlo eroînê hatiye girtin û ji ber ku di îfadeya xwe de gotiye ku ew bi salan e ji îstîxbaratê re dixebite gef lê hatiye xwarin.
Avşarê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşandiye û gotiye, “Ez ê roja Duşemê gilî bikim. Lêbelê ger tiştek bê serê min berpirsiyar diyar in ez dixwazim hûn bizanin.”
Hale Gonultaşê jî ragihandiye ku ji ber nûçeya wê ya di kısadalga.netê de di 12ê Gulanê de belav bûye ya bi navê "Vîdeoya cîhadê ya bi kêrê ya jineka DAIŞî li Baxçeyê Netew hatiye kişandin.” gef lê hatiye xwarin.
Eylem Emel Yilmaz jî hatiye tacîzkirin
Eylem Emel Yildiz ku li Al Monîtor û Yeşîl Gazeteyê weke rojnamegerekê serbixwe kar dike ragihandiye ku tacîz li wê hatiye kirin.
Yildizê derbarê bûyerê de wiha gotiye: "Ji medyaya civakî heta hejmara min, di her derê de jirêktiyekî hey emin tacîz dike. Astengkirin nade sekinandin.Ez ê gilî bikim, lê belê ji bo gefên mirinê jî dema lêpirsînek neye destpêkirin ji bo viya dê çi bibe nizanim. Ez êdî ditirsim.”
RSFê bertek nîşan daye
Nûnerê Tirkiyeyê yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglu bertek nîşanî gef û tacîza li ser rojnamegeran daye.
Onderoglû bang li rayedaran kiriye ku li hemberî tiştên qewimîne bikevin nava tevgerê.(HA/AY)