Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Ji xwe hûn rewşa yekem a tundkariya mêran dizanin. Ji xwe nivîskarên din di rêzenivîsa “52 Hefte, 52 Mêran” de behs dikin. Lê heke hûn kesekî wisa bin ku vê nivîsê dixwînin wê gavê tê wateya ku hûn jî nas dikin.
Ew rewş ne tenê tundkariya zayendî ye, lê herî zêde ew e. Demekê dadwerekî teqawidbûyî behsa wan dosyayan kiribû ku di dema wezîfedar bû hatibûn ber wî. Gotibû, min tenê ew dosya nedîtiye ku derbarê tecawiza kur a li bav de ye. Ji bilî wê “çi tiştên ku werin hişê we yan jî neyên hişê we” hatibûn ser maseya wî. (Lê ji tunebûna wê dosyayê jî baş ne ewle bû. Li gorî texmînên wî dibe ku kesê rastî wî tişti hatibe ji ber fediyê nexwestiye yan jî tirsiya ye li qereqolê, li dadgehê behsa wî tiştî bike.)
Ez naxwazim bi mînakan dilê we bixelînim. Gotina “Hêz maf e” ya Otto von Bismarckê ku yekîtiya Almanan bi kulma xwe ya hesinî ava kiriye rewşa çavsorê ku bi bi gotina “ez tehrîk bûm” di mînîbusê de êrîşî keça bi şalê kurt kiriye, ya kesê li taxê bi îşkenceyê çêçika pisîkê kuştiye, ya wî zordestê biçûk ê ku li wênegehê li zarokên bi berçavk ê bejin kurt dide û ya qatilê ku jina xwe ya dest ji hev berdane li stargehê dibîne û dikuje nîşan dide.
Li gorî “çeteleya tundkariya mêran” a bianetê di sala 2017yêde herî kêm 290 jin ji hêla hevjîn an jî mêrên kevin, bavên wan, birayên wan, xizmên mêr an jî mêrekî nas ve hatiye kuştin. Bi heman awayî 22 zarok u 34 mêrên ku li cem jinan an jî xwestina kuştina jinan astegn bikin hatine kuştin. Tecawiz li 101 jinan hatiye kirin. Destdirêjî li 247 jinan hatiye kirin. 376 zarokên keç rastî istîsmara zayendî hatine, 417 keç birîndar bûne. Mixabin hejmar her sala ku derbas dibe zêde dibin û ev hejmar ên ku derbarê wan de doz hatine vekirin; bi vî awayî haya me jê çêdibe, an na weke gotina dadwerê tewaqidbûyî, yên ku em nabihîzin jî hene.
em werin ser dadgehan. Dozek hebû ku min bi taybetî dişopand: Sala 2011yê keçeke zarok a 13 salî li Mêrdînê, hin karmendên dewletê û esnaf jî di nava wan de rastî tecawiza 26 kesan hatibû. Ji ber ku Serdozgerê Komarî îtiraz li biryarê nekiribû, her yekî ji wan 5 sal ceza wergirtibûn.
Niha ji bo wan kesên ku dibêjin “li wan deran ji xwe rewş her wisa ye ez dixwazim mînakekê jî ji Ispartayê bidim. Sala 2016yê, Nevîn Yildirima 26 salî, Nûrettîn Gulerê ku bi zora çekê tecawiz lê kiriye û ew ducanî kiriye û bi gefa ku wê fotografên wê belav bike di tecawizkirinê de berdewam kiriye bi tivinga nêçîrê kuştiye û serê wê jê kiriye û serî diavêje ber qehwexaneya gund.
Ne ji bo erêkirina wî tiştî lê ew mafên ku dadgeh ji bo tecawizkar û dizên kirawatê dixwin stûyê xwe û ruyê xwe kur dikin û bi vî awayî derdikevin dadgehê cezayên wan kêm dike lê ev mafê ku jê re mafê sekna erênî tê gotin ji bo Yildirima cezayê heta hetayê standiye pêk naynin.
Ayşe Armanê navekî baş li vê rewşê kir û got; “Edaleta bisimbêl”. Niha dor tê ser rewşa duyem a tundkariyê, yanî newekheviya zayendî ya civakî. Rewşa saziyên dewletê mînaka herî baş e ji bo vê rewşê.
Me behsa dadgehan kir ya, ez ji jor de dest pê bikim.
Li Tirkiyeyê jin nêvî ji civakê ne. Niha 17 endamên Dadgeha Destûrî jî mêr in ku salên borî endamên wê yên jin çêbûne û hetta jinek bûye seroka wê. Ji bilî serok û alîkarên Dadgeha Bilind, 18 ji 20 serokên daîreyên cezayan, 19 ji 19 serokên daîreyên hiqûqê mêr in.
Jinek li ser Şûraya Dewletê ye lê di astên xwarê yên rêveberiyê de jinek jî kar nake. Nêzîkî 16 hezar dadwer û dozger hene. Ji sedî 66ê dadweran, ji sedî 91ê dozgeran mêr in. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) pira di navbera dadweriyê û qanûnçêkirinê de ye. 11 endamên wê hene ku yek jê jî ne jin e û hemû jî ji dadwerên payebilind pêk tê. Di nava nûnerên li YSKyê yên çar partiyên Parlamentoyê de jî jin nîne.
Di encama hilbijartina 1ê Çiriya Paşiyê ya 2015yê de 550 parlamenter ji bo Meclîsa Netewî ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) hatin hilbijartin, tenê 82 ji wan jin bûn. Ev jî ew mînake ku heta niha hejmara herî zêde ye. Ji 81 bajaran li 43yan parlamenterên jin nîne. Rêjeya nûnertiyê ji sedî 15 ye û bi vê rêjeyê di nava parlamentoyên cîhanê de em di rêza 91em de ne.
Ji 18 komisyonan komisyonek tenê seroka wê jin e, ew jî weke ku ji rewşê re hatibe hilbijartin Komisyona Wekheviya Fersendê ya Jin û Mêran e.
Ji 25 wezîran 2 wezîr jin in. Di nava alîkarên wezîran de jin nîne. 3 jin hene di nava 81 waliyan de û ev hejmara herî zêde ye ya heta niha. Ji 973 qaymeqaman tenê 16 jê jin in.
Wezareta Karên Derve ye minaka herî baş ya ku di nava saziyên dewletê de jin li cihê biryarstandinê kar dikin. ji 239 serkonsolosan 43 jê jin in, ji 20 midûrên giştî 4 jê jin in û li gorî vê rewşê rêjeya jinên ku rêveber in ji sedî 18 ye. Di salên borî de jî di nava alîkarên şêwirmendan de jî jin hebûn lê niha nîne.
Me got ya perwerde pêwîst e…Li Wezareta Perwerdeyê ya Netewî de rewşeke balkêştir heye. Li dibistana seretayî hejmara mamosteyên jin (nêzîkî 151 hezar), hejmara mêran (115 hezar) derbas dike. Lê wezîr, şêwirmend û 7 alîkarên şêwirmendan mêr in, tenê midûreke giştî û ji 81 midûrên perwerdeyê yên bajaran du jê jin in.
Di mekanîzmaya biryardayinê ya dewletê de ji sedî 89ê rêveberan mêr in, ji sedî 11 jî jin in.
Li sektora taybet rewş hinekî baştir e: Di nava 43 endamên Rêxistina Aboriyê Geşepêdanê û Hevkariyê (OECD) de em qada rêveberiya jinan de di rêza 41ê de ne ku rêjeya wê ji sedî 13 ye. Piştî Tirkiyeyê Japonya û Koreya Başûr heye.
Pirsgirêk ne tenê di wekheviya fersendê de ye.
Jina ku hatiye çewisandin û ji perwerdeyê mehrûm hatiye hiştin, ji bo ku keça wê jî şopa wê bajo, car caran ji kesê ku vî tiştî lê disepîne bêhtir dibe parazvanê coşdar ê pergala ku lê tê sepandin. Demeke berê li ser medyaya civakî mînakek hebû. Dayikê ka kurê wê yê ji bo xwişka xwe diçû avê ji metbexê bîne disekinand û jê re digot, “Sibê wê xizmeta bûkê jî bike” û li ser vê keça wê çûbû ji xwe re av anîbû. Ev mînaka herî sivik rê li ber çavgirtin û erêkirina tecawizê, îşkencekirina bav li keç û kurê xwe jî vedike.
Hevalekî min ê kar behs kiribû. Li Stenbolê, li Yeşîlkoyê dema dikeve nava mala xwe çavê wî li keç û xortekî dikeve ku li peravên deryayê rûniştîne. Xort dengê xwe li ser keçê bilind dike û wê dihincirîne. Weke jinekê kêfa wê ji vê rewşê re nayê. Ji dûr de mudaxele dike û dibêje ku “Tu çi diki?”. Erê we rast pê derxist, keçik li hemberî hevala me derdikeve û dibêje ku “Çi ji te re, tu li karê xwe binêrî”. Keç û xortên ku hînî helwesta xirab a ku dayik, xaltîk, xwişk û birayên wan rastî wan tên dibin ev dibe “asayî” û ew jî vê helwestê dipejirîne û berdewam dike.
Newekheviya zayendî ya civakî mijareke ku hatiye gewirandin, pirsgirêka civakî ya herî giran e û pêkarîbûn ne hêsan e.
Hin hêlên wê yên din jî hene.
Jin bêhtir diweste, jina ku dixebite bêhtir diweste, jina ku zewicî ye û dayike herî zêde diweste. Mêr, mêrên ku xwe bajarî, perwerdekirî, wekhev dibînin jî ew barê li ser milê jinan qasî ku hewce dike hilnagirin. Lê çavdêriyeke giştî ya wisa heye ku zarokên xort ên ku dayikên wan kar dikin di nava malê û di karên zarokan de tiştan bêhtir par ve dikin, zarokên keç jî bêhtir bixwebawer in û nahêlin bên çewisandin.
Ne tenê liv û tevgera xwe divê em zimanê xwe jî rast bikin. Heta niha her “karmendê mêr” dihat gotin, dema mijar bû jin gotina “mirovên karî” hat bikaranîn? Çima gotina “Karmenda jin” ewqas zehmet e. Çima gotina “zanyarên mêr” hêsan e lê gotina “zanyarên jin” zehmet e?
Em niha hatin ser rewşa sêyê ya tundkariya mêran: rewşa ku dengê xwe dernaxe.
Li vir berpirsiyarî bêhtir dikeve ser milê wan mêrên xwedîwicdan, azadîxwaz û wekhevparêz.
Divê mêrên xwedîwicdan, azadîxwaz û wekhevparêz ji bo wekheviya zayendî ya civakî li gel jinan bisekinin.
Weke ew rêzikên Nazim Hîkmetî yên ku digot “Ji lorikên dayikan, heta nûçeya ku pêşkêşvan dixwîne”…Divê li her qada jiyanê...(MY/ŞA/APA/FD)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
52 HEFTE 52 MÊR
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû
Ev kampanya di Bernameya Sivil Düşün ya Yekîtîya Ewropayê de bi piştgiriya Yekîtîya Ewropayê(YE) hatiye amadekirin. Naveroka vê kampanyayê û berpirsiyariya wê bi temamî ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ye, ne nêrînên YEyê ne. |