Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Balafira ku 3 milyon û nîv derziyên din ên Covid-19 barkirî, ji Pekînê anîne Stenbolê. Di vê qonaxê de wê 10 milyon derzî werin ku 3 milyon û nîv, beşa duyem a vê qonaxê ye.
Balafira ku derziyên Covid-19ê tê de barkirî ya cûreya “Boeing 777” hejmara seferê “TK 6175”, serbi Hêlên Esmanî yê Tirkiyeyê(THY) bûye. Balafirê saet di 06.10 deqîqeyan de xwe daniye Balafirxaneya Stenbolê.
Balafir di saetê şevê de ji balafirxaneya li Pekînê, paytexta Çînê bilind bûye û piştî li Stenbolê daniye, konteynerên ku derzî tê de ne, piştî karên gumrikê birine depoyan.
Li piştî testkirinê wê were belavkirin
6 milyon û nîv derzî ji 10 mîlyon derziyên ku sîparîşkirî, di dawiya hefteya borî de anîbûn Tirkiyeyê.
3 mîlyon û nîv ku beşa duyem a derzîyan jî vê sibehê anîne Tirkiyeyê. Piştî testkirinê wê li tevahiya Tirkiyeyê were belavkirin.
Tirkiyeyê 50 milyon derzî xwestiye
Tirkiyeyê ji vê derziya ku Sinovac, şîrketa çînî çêkiriye 50 milyon heb xwestiye. Ji derziya ku navê wê CoronaVac e heta niha 9 milyon û nîv derzî anîne Tirkiyeyê. Divê mirovek ji vê derziyê du caran li xwe bixe.
Wezareta Tenduristiyê û Lijneya Zanistê ya Koronavîrûsê Stratejiya Bicihkirinê ya Netewî ya Derziya Covid-19ê amade kiribûn û wê li Tirkiyeyê bi vî awayî pêk were:
o Di qonaxa yekem de derziyê wê li kesên di koma Ayê de ne ango xwendekarên stawyer ên fakulteyên tipê jî di nav de hemû xebatkarên tenduristiyê, dermanfiroş û alîkarên wan bixin.
o Di koma Byê ya qonaxa yekem de li kesên li malên parastinê yên kal û pîran û kêmendaman dimînin û li vir kar dikin, di Koma Cyê de jî li kesên temenê wan 65 û berjortir bixin.
o Di koma Ayê ya qonaxa duyem de ji bo xizmetguzarî dewam bike wê destpêkê li xebatkarên sektorên pêşdatir bixin ku ew jî ev in: “Kesên di Wezareta Berevaniyê ya Netewî û Wezareta Karûbarên Navxweyî de karên krîtîk dikin, zabita, pasavanên taybet, Wezareta Dadê, girtîgeh, dersdar, kesên di firin, fabrîkayên xwarinan de kar dikin, kargehên xurekan û avên paketkirî û yên weke wan, kesên di sektora guhastinê de kar dikin”
o Piştî van kesan di qonaxa duyem de kesên temenê wan di navbera 50 û 64an de,
o Di qonaxa sêyem de destpêkê kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene wê werin derzîkirin. Ji van jî kesên temenê wan di navbera 40-49an de destpêkê, paşê jî 30-39 û 18-29 wê werin derzîkirin.
o Di qonaxa çaran de, ew kesên ku dora wan a derzîkirinê hatine lê di dema xwe de derzî li xwe nexistine wê werin derzîkirin. (TP/AY)