Pêla duyemîn a operasyonan di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Şîleyê de hat lidarxistin. Ji bo 23 kesan biryara desteserkirinê hatiye dayîn.
Pêştir jî di 10ê Tîrmehê de, di çarçoveya lêpirsîna li dijî Şaredariya Şîleyê de bi îdiaya ku "ji bo pêkanîna sûc rêxistin avakirine", "wezîfeya xwe ji bo tiştên dijî qanûnê bikaranîne", "bertîl" û "di îhaleyan de sextekarî kirine” operasyon hatibû lidarxistin. Di wê operasyonê de, Şaredarê Şîleyê Ozgur Kabadayi jî di nav de 6 hatibûn desteserkirin û paşê biryara girtina wan hat dayîn.
Tîmên Şaxa Sûcên Darayî ya Rêvebiriya Emniyetê a Stenbolê, di bin koordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ya Stenbolê de, îro sibê pêla duyem a operasyonan li dijî Şaredariya Şîleyê pêk anîn. Biryara girtina 23 kesan hat dayîn.
Rayedaran diyar kirin ku yek ji kesên ku biryara desteserkirina wan hatiye dayîn, ji ber dosyeyeke din hê jî girtî ye. Polîsan piştî operasyonê 22 kesên mayî desteserkirin. Lêpirsîn berdewam dike.
(EMK/AY)
