Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê bersiva pirsên Parlamenterê CHPyê yê Stenbolê Onûrsal Adiguzelî da ku derbarê zarokên di girtîgehan de bû.
Di bersivê de hat diyarkirin ku di girtîgehan de 2800 zarok hene ku temenê wan ji 12yan heta 17yan e. Herwiha ji 2013yê heta niha 13 zarok di girtîgehan de mirine ku 6an xwekuştine.
Di bersivê de ev zanyarî hene:
* Li Tirkiyeyê di 232 girtîgehên “vekirî”, 1201 girtîgehên “beşek jê xwedî ewlekariya bilind”, girtîgehek ku midûriyeta wê nîne, 27 girtîgehên “ewlekariya bilind”, 1339 girtîgehên “girtî” de 2 hezar û 800 zarok hene ku temenê wan di navbera 12 û 17yan de ne.
* Li Girtîgehan 994 jê cezaxwarî, hezar û 715 jê jî girtî bi giştî 2 hezar û 709 zarokên xort; 28 jê cezaxwarî û 63 jê jî girtî bi giştî 91 zarokên keç hene.
* Li gorî daneyên heta 4ê Tîrmeha 2017yê, 281 zarok ji ber kuştinê, 4 ji wan ji ber hewldana kuştinê, 450 ji ber sûcên zayendî, 18 ji ber delkbaziyê, 840 ji ber diziyê, 4 ji ber sextekariyê, 208 ji ber terorê, 511 ji ber sûcê tiryakê, 333 ji ber talan û xespê, 94 ji ber sûcê birîndarkirinê di girtîgehan de ne.
* Di navbera salên 2013 û 2017yê de 13 zarokên ku temenê wan di navbera 12 û 17yan de 13 zarok di girtîgehan de mirine ku 6an ji wan xwe kuştine. Li girtîgehan di sala 2013yê de 2, di 2014yê de 6, 2015yê de 1, di 2016yê de 2, di navbera mehên Kanûna Paşiyê û Hezîranê ya 2017yê de jî 2 zarok ji ber sedemên curbecur mirin. (YY/FD)