Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nivîskar di 36emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navdewletî de pirtûka Selahattîn Demîrtaş Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bi navê “Seher” wê ji bo xwendevanan îmze bikin.
Pirtûk ji hêla Weşanên Dîpnotê di 16yê Îlonê de hatibû weşandin. Bernameya îmzeyê wê di 4ê Çiriya Paşiyê de çêbibe ku salvegera girtina Demîrtaşî ye. Bername wê 12yê Çiriya Paşiyê jî berdewam bike.
28 nivîskar wê îmze bikin
Roja yekê ya bernameya îmzeyê 4ê Çiriya Paşiyê roja şemiyê saet 15.00ê li 14emîn Salona Îmzeyê çêbibe. Nivîskar û helbestvanên ku wê beşdarî bernameyê bibin wiha ne: Behçet Çelik, Burhan Sönmez, Gaye Boralıoğlu, Hüseyin Kıran, Jaklin Çelik, Karin karakaşlı, Mehmet Said Aydın, Murat Uyurkulak, Müge İplikçi, Necmiye Alpay, Oya Baydar, Seray Şahiner, Şeyhmus Diken, Sırrı Süreyya Önder û Yavuz Ekinci.
Di roja deyem ya bernameyê 12yê Çiriya Paşiyê roja yekşemê saet 15.00ê li 1em Salona Îmzeyê li dar bikeve û wê ev nivîskar û helbestvan beşdarî bernameyê bibin: Ahmet Telli, Aslı Tohumcu, Ayşegül Tözeren, Ercan Kesal, Figen Şakacı, Haydar Ergülen, Mehtap Ceyran, Murathan Mungan, Nurcan Baysal, Sezai Sarıoğlu, Sırrı Süreyya Önder, Şebnem İşigüzel û Şükrü Erbaş. (HK/FD)