Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
27 saziyên mafparêz û rojnamegeriyê ji bo rojnameger Sedef Kabaşê daxuyaniyeke hevbeş weşandiye. Kabaş li kanala TELE 1ê beşdarî bernameyekê bûbû û piştî bernameyê bi tohmeta ku “heqaret li Serokomarî kiriye” hatibû girtin. Kabaş li Girtîgeha Bakirkoyê tê girtin.
Saziyan xwestiye ku Kabaşa di 22ê Kanûna Paşiyê de hatiye girtin demildest serbest bibe û Tirkiye dest ji tacîza darazê ya li ser medyaya serbixwe berde.
Saziyan sê tişt ji Tirkiyeyê xwestiye:
Bila Sedef Kabaş û hemû rojnamegerên girtî, serbest bibin,
Lêpirsîneke berfireh ji bo gefên kuştinê yên li Alîcan Ûlûdagî bûne bikin û rayedar ewlehiya rojnamegeran bistînin û wan biparêzin,
Bila cezayê pereyan û qedexekirina weşanê yên RTUKê li kanala TELE 1ê biriye, betal bibin û sazî dest ji helwestên alîgir û cidakar ên li ser saziyên weşanê yên serbixwe berde.
27 sazî ev in
Enstîtuya Çapemeniyê ya Navnetewî (International Press Institute/IPI), Komeleya Rojnamegeran a Ewropayê (Association of European Journalists / AEJ), Articolo 21, Tevna Mafên Karîkaturîstan a Navnetewî (Cartoonists Rights Network International / CRNI), Komîteya Parastina Rojnamegeran (Committee to Protect Journalists / CPJ), Danish PEN, English PEN, Navenda Azadiya Çapemeniyê û Medyayê ya Ewropayê (European Centre for Press and Media Freedom / ECPMF), Federasyona Rojnamegeran a Ewropayê (European Federation of Journalists / EFJ), Freedom House, German PEN, Îndeksa Sansurê (Index on Censorship), Federasyona Rojnamegeran a Navnetewî (International Federation of Journalists / IFJ), Osservatorio Balcani e Caucaso Transeuropa (OBCT), PEN America, PEN Centre of Bosnia-Herzegovina, PEN International, PEN Iraq, PEN Melbourne, PEN Norway, PEN Turkey, PEN Québec, Rojnamegerên Sînornenas (Reporters Without Borders / RSF), San Miguel PEN, Rêxistina Medyayê ya Başû Rojhilatê Ewropayê (South East Europe Media Organisation / SEEMO), Swedish PEN, Yekîtiya Rojnamegeran a Cîhanî (WAN-IFRA).
(HA/FD)