Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameya Yanî Yaşamê, di 26emîn salvegera bombekrina Ozgur Ulkeyê de, li ber avahiya berê ya rojnameyê ya li Kadirgayê daxuyanî daye çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de Ersîn Yildiz, xebatkarê rojnameyê yê ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest da bû hatiye bibîranîn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, Endamê MYKê Ferhat Encu, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Hevseroka HDPê ya Stenbolê Elîf Bûlût û gelek rojnameger beşdarî bîranînê bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya Azad wê neyê bêdeng kirin” hatiye vekirin û dowîzên “Ev agir dê we jî bişewitîne” hatiye hilgirtin.
Çîlerê ferman daye
Ji nûçegihanên Rojnameya Ozgur Ulkeyê Zekîne Turkerî di bîranê de axivîye û wiha gotiye: “Li vê derê, me di encama bombekirinê de hevalê me yê Ersîn mir û gelek hevalên me birîndar bûn. Fermana vê êrîşê Tansû Çîllerê da. Armanc ew bû ku zirarê bidin me. Lê nekarin bigihin vê armancê. Îro ev rojname dîsa heye û şopdarên wê rêya xwe dewam dikin. Dema ku me got ev agir dê we jî bişewitîne, me xwest em balê bikişînin ser vê rastiyê. Heya ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane neyin çareser kirin, wê hemû kes ji vê yekê zirarê bibîne. Her tim hêviya me kurdan heye. Emê têkoşîna xwe dewam bikin.”
Kirin armanc û êriş kirin
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Ferhat Çelîk, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê daxuyaniya çapemeniyê xwendiye û diyar kiriye ku berî 26 salan ew dîsa li vê derê bûn. Çelîkî, anîye ziman ku ew avahiya me ya dişibiya qaqlîbazên sipî, hilweşandin û wiha axivîye: “Li ber wê avahiya me ya hilweşandin, hêrs û êş hebû. Gelek hevalên me ji wê komkujiyê bi birîndarî rizgar bûn. Lê me hevalê xwe Ersîn Yildiz winda kir. Em niha behsa 3yê Kanûna 1994an dikin. Bi fermana Tansû Çîller, avahiyên Ozgur Ulkeyê yên li Enqere û Stenbolê di heman kêliyê de hatin bombeklirin. Di serî de Apê Mûsa, bi dehan rojnameger û belavkarên weke hedef hatin nîşandan û rastî êrîşan hatin. Lê em baş dizanîn ku çima êrîşî me dikirin û em bombebaran dikirin. Ji ber vê li ser zimanê me tenê gotinek hebû. Ev rojname wê sibe derkeve! Derket jî! Rojek piştî teqînê, me bi piştgiriya dost û hevalên xwe, rojnameya xwe bi manşeta ‘Ev agir dê we jî bişewitîne’ derxist.”
Em ê bi berxwedana xwe were bibîranîn
Çelîk, destnîşan kiriye ku îro bi ser teqînê re çaryek sedsal derbas bûye û wiha pê de çûye: “Dîroknas wê di pêşerojê de, vê dîrokê weke dîrokek bixwîn binivîsin. Di 26 salên derbasbûyî de, li gel qetlîaman û teqînan jî berxwedanek mezin jî hat birêve birin. Me 3yê Kanûnê tu carî ji bîr nekir û em tu carî ji wê avahiya hat hilweşandin ne tirsiyan. Berevajî me ezîm û cesareta xwe mezintir kir. Ligel hemû zextan jî dîsa em li gel hevin. Vaye em li vê derê ne. Dema ku Kemal qetil kirin em li qada Newrozê bûn û dema zarok hatin bombebarankirin em li Roboskî bûn. Li ku derî rastî tê vaşartin em li wê derê ne. Ji bo ku em rastiyan derbixin holê her tim me karê xwe kir. Em bedela vê yekê da û em hîna jî didin. Em bi berxwedana xwe bên bibîranîn û ewê jî bi cînahetan bên bibîranîn. Em carek din şehîdên xwe yên çapemeniya azad silav dikin û bi rêzdarî wan bibîr tînin.”
Sûcê herî mezin ê ocaxên ulkucuyane
Eren Keskîn, Hevseroka Giştî ya ÎHDê jî axaftinek kurt kiriye û wiha gotiye: “Wê demê ez parêzerê rojnamê bûm. Li ser vê erdnîgariyê, biryarên mafên mirovan ên li dijî mûxalîfan, di daîreyên herp ên taybet de, tên girtin. Rêxistinên wan ên tetîkêş van êrîşan pêk tînin. Li vî welatî, sûcê herî mezin ê ocaxên ulkucuyane. Mijara bombekirina Ozgur Ulkeyê îro hûn dikarin di pirtûkan de bibînin. Ev biryar bû û bi cih anîn. Naxwazin pirsgirêka kurd çareser bikin. Dibêjin ‘ji çiyê werin xwarê û siyasetê bikin.’ Lê va ye em dibînin îro hemû siyasetmedarên kurd ên sivîl di girtîgehan de ne. Pêşiya siyaseta sivîl girtin, pêşiya şer vekirine.”
Piştî daxuyaniyê, girseyê qerenfîl danîn ber avahiya rojnameyê ya hatibû bombekirin û rojnameger Ersîn Yildiz bibîr anîn.
Rojnameger ji bo ku serdana gora Ersîn Yildizî bikin ji qadê veqetiyan û berê xwe dan Yeşilpinarê.(EMK/AY)