Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
25emîn Hefteya LGBTİ+ ya Rûmetê ya Stenbolê bi mijara #AramizdaNeVar (Di navbera me de çi heye) destpê kir. Di roja pêşîn a hefteyê de derbarê aktivîstên ku sala borî di dema Meşa Rûmetê de hatibûn desteserkirin de biryara beraatê hat dayin.
25emîn Hefteya LGBTİ+ ya Rûmetê ya Stenbolê bi mijara #AramizdaNeVar (Di navbera me de çi heye) destpê kir.
Di roja pêşîn a hefteyê de daneşîna biryarê ya doza aktivîsktên ku di 19yê Hezîrana 2016ê de dema 7emîn Meşa Rûmetê ya Transan hatibûn desteserkirin lidar ket. Dadgehê biryara beraata 11 aktivîstan da ku ji ber muxalefeta li hemberî Yaseya Meşan Xwepêşandan û Civînan a hejmar 2911ê dihatin sûcdarkirin.
Di çarçoveya hefteyê de wê panêl, forûm, atolye, şano û gelek bernameyên curbecur bên lidarxistin û hefte wê di 25ê Hezîranê de bi 15emîn Meşa Rûmetê ya LGBTİ ya Stenbolê bidawî bibe. (ÇT/FD)
* Ji bo bernameya bi tirkî ya 25emîn Hefteya Rûmetê ya Stenbolê bitikîne