250 hunermendan ji bo "Na"yê bang kir
![250 hunermendan ji bo "Na"yê bang kir](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/185/221/original/hunermend.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
250 hunermendên ku di nava wan de nivîskar, listîkvan, derhêner, wênekêş, helbestvan, stranbêj, dansvan, wênesaz û peykersaz heye, bi daxuyaniyeke hevbeş diyarkirin ku ew ê di referandûma guhertina destûra bingehîn a 16ê Nîsanê de bibêjin “Na”.
Hunermendan derbarê vê daxuyaniyê li Hotela Taksim Pointê civîneke çapeminiyê lidar xistin.
Bi Nazim Hikmet destpê kir
Lîstikvan Orhan Alkaya pêşkêşvaniya bernameyê kir û di destpêka axavtina xwe de çend rêzik ji helbesta Nazim Hikmet a bi navê “Ev vexwendin a me ye” xwend. Alkaya diyar kir ku metna daxuyaniyê di nava hevalan de belav bûye û ti eleqeya wê bi derdoreke siyasî ve nîne. Alkaya destnîşan kir ku wan li ser Twitterê hashtagek bi navê “Ev vexwendin a me ye” vekiriye û bang kir ku ji bo mezinkirina “Na”yê xwedî lê derkevin.
Kesên weke Vecdi Sayar, Gulriz Sururi, Edip Akbayram, Rutkay Aziz, Defne Halman, Mirza Metin, Adnan Ozyalçiner, Orhan Aydin, Tilbe Saran, Ragip Yavuz, Iraz Yontem, Nur Surer û Hakki Zariç beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
(TP/HK/FD)
* Fotograf: Tansu Pişkin
Ajal wê bi rêya katalogan bên firotin: "Ev îşkence divê bi temamî bidawî bibe"
![Ajal wê bi rêya katalogan bên firotin: "Ev îşkence divê bi temamî bidawî bibe"](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/260/181/original/kucik.jpeg)
LI DÊRSIMÊ 12 PEZKÛVÎ MIRINE
Parêzer Yildirim: Mirov ziyanê digihînin cih û warên pezkûviyan
![Parêzer Yildirim: Mirov ziyanê digihînin cih û warên pezkûviyan](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/239/192/original/dedef.jpg)
Dozgerî xwestiye parêzer Levent Pişkin were cezakirin
![Dozgerî xwestiye parêzer Levent Pişkin were cezakirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/231/890/original/levent.jpg)
“Ev der ne Antalya lê Çiyayê Cûdî ye”
![“Ev der ne Antalya lê Çiyayê Cûdî ye”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/230/136/original/cudi.jpg)
Dadgehê ji bo Şebnem Korur Fincani û Gençay Gursoyî biryara beraetê da
![Dadgehê ji bo Şebnem Korur Fincani û Gençay Gursoyî biryara beraetê da](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/227/017/original/akademisyen.jpg)