Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Azadiya Welat bi kurdî tê weşandin û ji xeynê wê ti rojname bi awayewî rojane û bi kurdî nayê weşandin. Polêsan di 28ê Tebaxê de avêtine ser avahiya navenda rojnameyê û 24 belackarên rojnameyê binçavkirin. Her wiha polêsan îro jî avêtine ser malên wan kesên binçavkirî.
“OHAL heye, em çi bixwazin dikarin bikin”
Li gorî nûçeya DÎHAyê polêsan di saetên sibehê de avêtine ser mala Îbrahîm Bayram û deriyê malê şikandine. Malbata Byram bertek nîşanî polêsan da û polêsaan jî li ser wê yekê gotin: éOHAL heye, em çi bixwazin dikarin bikin.”
Temur: Me ti muxatap tedît
Yek ji parêzerên rojnameya Azadiya Welat Resul Temur ji bianet’ê re axivî, û ragihand ku derbarê 24 kesên binçakirî de wan ti muxatap nedîtine ku jê agahî hilînin ka wê kengî sewqî dozgeriyê bêne kirin û wiha got:
“Muwekîlên me hê jî binçavkirî ne. Lêbelê beriya binçavkirinê, ji saet 07:00ê sibehê hetanî 23:30vê şevê di nav wesayîta zirxî ku bêkilîma ye de, tî û birçî hatine sekinandin. Piştre ew hatin binçavkirin. Me derbarê girtina mukelîn xwe de îtiraz kirin lê heta niha ti encam nehatiye dayîn.”
Parêzer Teymur derbarê sedema binçavkirinê de ragihand ku îxbareke bi e-posteyekê hatiye kirin. Di wê maîlê de hatiye gotin ku li avahiya rojnameyê bi koma ji 20 kesan pêk tê ve civîn tê lidarxistin û got: “Ev der navenda Azadiya Welat e. Ew civîna ku behsê dikin jî, her hefta bi beşdarbûna hemû belavkaran ve tê lidarxisitin.”
Çi bûbû?
Polêsan di 28ê Tebaxê de avêtibûn ser avahiya navenda rojnameya Azadiya Welat. Di encama serdegirtinê de 27 kes hatibûn binçavkirin. û 2 kes piştî binçavkirinê serbest hatibûn berdan. Zarokê bi navê A.Y jî duh serbest hatibû berdan. Bi vî awayî 24 xebatkarên rojnamyê hê jî binçavkirî ne.
(EA/YO)