Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Festîvala Gerok cara 23yemîn di 1yê Kanûna Pêşiyê de dest pê dike. Îsal di navbera 1 û 7ê Kanûna Pêşiyê de li Enqereyê, di navbera 8 û 11yê Kanûna Pêşiyê de li Sînopê û di navbera 12 û 14yê Kanûna Pêşiyê de jî li Kastamonûyê li dar dikeve.
Nîşandana filman wê li Enqereyê li Navenda Hunerên Hemdem û Navenda Çandê ya Alman, li Sînopê li Akademiya Hunerê ya Telvîn û li Kastamonuyê jî li Civaka Ragihandin û Medyayê ya Zanîngeha Kastamonûyê çê bibin.
Weke her sal îsal jî festîval bi piştevaniya Komeleya Sînemayê ya Enqereyê û Wezareta Çand û Turîzmê bi rê ve diçe.
Ji erdnîgariyeke gelekî berfireh wê film bên nîşandan
Di beşa Sînemaya Cîhanê de filmên ji Îranê heta Çînê, ji Filistînê heta Meksîkayê bên nîşandan.
Di beşa Tirkiye 2017yê de filmên bijartê yê di festîvalên neteweyî û navneteweyî de hatine nîşandan hebin û bi beşdariya ekîbên filman gelek hevpeyvîn û atolye hebin.
Kurtefilm û Filmên Zarokan weke her sal îsal jî wê belaş bin.
Îsal di beşa Filmên Zarokan de wê ji Kanadayê film bên nîşandan.
Afîşa festîvalê ji hêla Behîç Akî ve hatiye amadekirin ku di salên derbasbûyî de jî wî afîş amade dikirin. (HK/FD)
Ji bo zanyariyên zêdetir: ankarasinemadernegi.org