Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku di encama koordînasyona Serokatiya Îstixbaratê ya Rêvebiriya Giştî ya Emniyetê de û di encama xebatên Serokatiya Daîreya Europol ya Interpolê û Serokatiya KOMê de Rêvebiriyên Bajaran yên Eminiyetê li 6 bajarên Enqere, Antalya, Bûrsa, Stenbol, Îzmîr û Wanê operasyonên bi navê "Qefes-43" sazkirin.
Wezîr Yerlikaya aşkere kir ku li şeş bajaran li dijî 23 kesên ku li Elmanya, Belçîka, Bulgarîstan, Koreya Başûr, Iraq, Îran, Swîsre, Kazakistan, Romanya, Rûsya, Tirkmenistan û Urdunê derbarê wan de biryara lêgerîne hene operasyon pêk hat û hemû gumanbar hatin desteserkirin.
Wezîr Yerlikaya diyar kir ku gumanbarên hatine zeftkirin ji ber sûcên "kuştina mirovan, sûcên terorê, hîlekarî, îstîsmarkirina baweriyê, şûştina pereyan, endamtiya rêxistinên sûc, tiryak, qaçaxçîtiyê" derbarê wan de biryara lêgerînê hebûne. Her weha Yerlîkaya ekîbên polêsan ên ku operasyon kirin pîroz kir.
(AS/AY)