22 kesên di 16ê Kanûna Paşiyê de li Amedê hatibûn desteserkirin, serbest bûn.
Kesên desteserkirî piştî îfadeyên wan li Navenda Polîsan a Amede hatin wergirtin, serbest bûn.
Di 16ê Kanûna Paşiyê de li 28 bajaran polîsan bi ser malan de girtibûn û 165 kes deseteser kiribûn.
Di nava desteserkiriyan de çalakvanên Nobeta Edaletê, endamên Komeleya Dema Jina, Endamên Meclîsa Jina ên Partiya Wekhev û Demokratîk a Gelan (DEM), çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) û hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) hene.
Wezîrê Kar û Barên Hundir Alî Yerlîkayayî di 16ê Kanûna Paşiyê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandibû û gotibû ku, “kesên hatine diyarkirin ku alîkariya rêxistinê kirine, “kesên di nava rêxistina ciwanan û kesên di nava rêxistina jinan a rêxistinê de cih girtine”, “kesên li ser hesabên xwe yên medyaya civakî propagandaya rêxistinê kirine”, “kesên diyar bûne ku di demên berê de fotograf bi endamên rêxistinê re girtine,” hatine desteserkirin.
Li 28 bajaran 165 kes hatin desteserkirin
Dema desteserkirina 21 kesên li Stenbolê dirêj kirin
Kesên li Stenbolê hatibûn desteserkirin li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên ragirtin. Li gorî zanyariyan, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên tawanbarkirin. Hat diyarkirin ku ji bo dosyaya wan birara nepeniyê hatiye dayîn.
Duh dema desteserkirina 21 kesên li navenda emniyetê emniyetê tên ragirtin, hate dirêjkirin.
21 kesên desteserkirî ev in: Çalakvanên Nobeta Edaletê Kumrî Akgul û Gulsum Ozturk, Dayikên Aştiyê Fatma Yilmaz û Bedîa Gokguz, Seroka Komeleya Dema Jina Dîlek Başalan, Endama Meclisa Jinan a DEM Partiyê Beser Çelîk, çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) Vetha Bîngol û Suna Kaymaz, Hevseroka HDPya Geverê ya berê Selcan Saygi, ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Dîlan Sûyû û Zehra Sûyû, Sîhat Yilmaz, Şukran Tûgay, Gonul Karaman û Yûsûf Açar, Bîrgul Muhîkanci, Nezihe Işik, Pervîn Tumbul, Tulay Guler, Remzî Çelîk û Zubeyde Aktay.
(FD)