20em Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê: Di bin siya qedexeyan de festîval nayê çêkirin
![20em Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê: Di bin siya qedexeyan de festîval nayê çêkirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/264/804/original/manşet__(5).jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku Walîtiya Dêrsimê biryara qedexekirina 20emîn Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Munzurê daye, komîteya amadekar a festîvalê li Kolana Hunerê hatin cem hev û heta Qada Seyît Riza meşiyan.
Parlamenterên HDPê Alîcan Onlû, Ayşe Acar Başaran, Pero Dundar, Serokê Baroya Amedê yê berê Cîhan Aydin, Serokê Federasyona Komeleyên Dêrsimê Ozkan Tacer, Nûnerên Rêxistinên Elewiyan, Şaredarê Dêrsimê Fatîh Mehmet Maçoglu û gelek welatî beşdarî meşê bûn.
Di meşê de girseyê bê navber siloganên "Festîval a gel e, nayê qedexekirin", “Dêrsim li rûmeta xwe xwedî derkeve", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.
Dersimliler Munzur Doğa ve Kültür Festivali'nin yasaklanmasını protesto etti:
— bianet (@bianet_org) July 21, 2022
“Festival halkındır yasaklanamaz” https://t.co/foxR1Yr39G pic.twitter.com/fHHZhIQPAM
"Weke salên 90î tevdigerin "
Piştî meşê ji komîteya amadekar a festîvalê Orhan Çelebî daxuyaniyeke çapemeniyê da. Çelebî bal kişand ser astengkirina qismî ya fetsîvalê ya ji aliye walîtiyê ve û destnîşan kir ku ev tê wateya qedexekirina tevahiya festîvalê û weha got"Bi rojane dîmenên rewşa awarte û salên 90î di ketina bajêr de tên dîtin. Ji bo ku dêrsimî têkevin bajarên xwe zihmetiyan çêdikin û li her derê xalên lêgerînê ava dike.”
“Walîtiyê di destpêkê de qedexekirina konserên Grup Yorum û Grup Îsyanê Ateşiyê ragihand. Paşê jî wargeh, mîvanxane, hostel û stadyuma ku wê konser lê bên lidarxistin bi hincetên cuda hatin qedexekirin.”
“Em diyar dikin ku em ê li hemberî van qedexeyan serî netewînin. Em dizanin ku di bin siya qedexeyê de festîval çênabe. Em ê li dijî vê têbikoşin û parastina huner û xwezayê bidomînin."(RT/HA/AY)
Derbarê welatiyê ku li Şirnexê got, ‘Biaxive, tu ji kû yî’ de lêpirsîn hat vekirin
![Derbarê welatiyê ku li Şirnexê got, ‘Biaxive, tu ji kû yî’ de lêpirsîn hat vekirin](https://static.bianet.org/haber/2024/04/19/sirnak-ta-konus-sen-nerelisin-diyen-secmene-sorusturma.jpg)
13emîn Dadgeha Cezayê Giran, biryara Dadgeha Destûrê pêk neanî û dosye şand Dadgeha Bilind
![13emîn Dadgeha Cezayê Giran, biryara Dadgeha Destûrê pêk neanî û dosye şand Dadgeha Bilind](https://static.bianet.org/haber/2023/12/27/mahkeme-aym-kararini-uyguladi-can-atalay-tahliye.jpg)
Dadgehekê Mizraklî bi 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kir
![Dadgehekê Mizraklî bi 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kir](https://static.bianet.org/haber/2023/11/29/mizrakli-ya-9-yil-4-ay-15-gun-ceza-tutukluluguna-devam.jpg)
Aysel Tûglûk serbest bû
![Aysel Tûglûk serbest bû](https://static.bianet.org/haber/2023/11/08/aysel-tugluk-gozaltina-alindi-adres-belli-cagirsalar-zaten-gidecegiz-1.jpg)
Çalakiya parêzeran a ji bo Can Atalay: Biryara Dadgeha Destûrê bicih bînin
![Çalakiya parêzeran a ji bo Can Atalay: Biryara Dadgeha Destûrê bicih bînin](https://static.bianet.org/haber/2023/10/26/can-atalay.jpg)