Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
TMMOBê diyar kir di dema OHALê ku piştî derbekirina 15ê Tîrmehê hatibû îlankirin de bi 12 KHKyan ve 2054 endezyar û avahîsaz ji kar hatin derxistin.
Saziyên ku endazyar û avahîsaz jê hatine avêtin bi vî rengî ne:
“AFAD 16, Mudirtiya Giştî yê Weqfan 33, Wezareta Zanistî û Teknolojiyê 23, Wezareta Derdor 91, RSE 11, Wezareta Vejeniyê 249, Wezareta Maliyeyê 2, Ofîsa Alavên Dewletê, Wezareta Ajal û Hilberînê 453, SGK 6, Mudirtiya Tapî Qadastroyê 20, TUIL 6, Wezareta Tenduristiyê 27, Sivil Havacilik 14, Wezareta Ragihandinê 33, Wezareta Karên Navxweyî 33, Mudiriyeta Riyên Hesin 50, DHMI 13, KGM 48, EGM 5, YOK 433, MEB 8, PTT 5, Wezareta Dadê 11, yên din 10.
“Hewldana bêkêrkirina muxalefeta civakî”
Di daxuyaniya TMMOBê de hat gotin ku derxistinên ji kar “bêyî lêpirsîn, lêkolînkirin” hatine kirin.
“Bi îxbarkirin û însîyatîfên ferdî ve lîste hatine amadekirin û bi vî awayî ew kesana ji kar hatine derxistin. Hema bêjin li wezaretan ti endezyar û avahîsaz neman ku xebatan pêk bînin, li zanîngeh û dibistanan mamoste û akademisyen neman ku perwerdehiyê bikin.”
“Derxistinên ji kar bê hiqûq, bêyî ti lêpirsîn û lêkolînkirinê pêk hatine û ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin.
“Bi taybetî bi KHKya (Biryarên Di Hukmê Qanûnê de) dawî ve kesên ku di muxalefeta civakê de cih digirin, têkoşîna demokratîk a sendîkalê dikin, ji kar hatin avêtin. Bi vî awayî dixwazin ku muxalefeta civakî bêkêr û tarûmar bikin.”
(NV/YO)