
Li gor daneyên rojane yên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di 324 rojên navbera 1ê Kanûna Paşin-21ê Mijdara 2025an de herî kêm 262 kuştine.
Daneyên tûndkariya mêran ên 2025an
Li gorî daneyên rapora tûndkariya mêran di navbera 1ê Kanûna Paşin-21ê Mijdara 2025an de mêran, hêrî kêm 262 jin û 56 zarok kuştine. Mêran di heman qonaxê de herî kêm tecawiz li 10 jinan kirine, 198 zarok istismar kirine, tacîz li 182 jinan kirine, 668 jin birîndar kirine û herî kêm bi darê zorê karê seksê bi 1000 jinan dane kirin. Çapemeniyê ji bo mirina 408 jinan gotiye “bi guman e”.
Kê jin kuştine?
Hezkirî, hevjînê berê, destgirtî û hevjîn herî kêm 172 jin kuştine. Endamên malbatê yên weke nevi, kur û bav 55 jin kuştine. 5 jin zavayê wan ew kuştine. 8 jin cîranê wan û 2 jin xwediyê kar û du jin jî dizan ew kuştine. Her weha 5 jin hevalê wan, jinekê çawişê pispor, ew kuştiye. Çapemeniyê nenivisiye bê ka mêrên ku 12 jin kuştine nas an ne nas e.
Mêran jin çawa/bi çi kuştine?
Mêran 178 jin bi çekên gulexwar kuştine. 58 jin bi alavên weke kêr, balte û birrekê kuştine. Mêran 8 jin bi fetisandinê, du jin bi lêdanê kuştine. Her weha mêran jinekê ji şaneşînê avêtiye xwarê. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka meran herî kêm jinekê çawa kuştine.
Mêran, jin li kîderê kuştine?
Mêran 174 jin li nava malan, 86 jin li cihên derveyê malan yên weke otel, cîhê kar, daristan, nexweşxane, kuçe û kolanan kuştine.
Çapemeniyê nenivîsiye ku mêran du jin li kîderê kuştiye.
Mêran jin bi çi “hêcetî” kuştine?
Mêran di sala 2025an de 109 jin ji ber ku “xwestine cihê bibe”, “nexwestine li hev were” û “daxwaza zewicandinê qebûl nekirine” kuştine. Herî kêm 5 jin ji ber “hesûdiyê”, 5 jin jî xespê kuştine. Her weha çapemeniyê “hêceta” kuştina 143 jinan nenivîsiye.
Pêvajoya hiqûqî
299 faîlên mêr yên ku jin kuştine hene. Ji wan tene 199 faîl hatine girtin. 34 faîl hatin desteserkirin. Herî kêm 52 faîlan xwe kuştin. 12 faîl revîn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsiye û faîlek bi şertê kontrola edlî serbest bûye.
Ji 5ê Kanûna Paşîn a 2020an ve ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokûyê tu agahiyê nayê stendin.
Ji bo hemû raporên tûndkariya mêran yên bianetê bitikîne
Navên jinên ku mêran di navbera 1ê Kanûna Paşîn - 21ê Mijdara 2025an de kuştine
Kanûna Paşîn: Aysun Y., Ayşe Ç., Burcu Seymen, Canfeda T., D.K., Derya Kozan, Emine Gündüz, Fatma Elif Kutlu, Fatma K., Fatma T., Fatma İnce, Gamze Alır, Gülizar A., Gülnaz A., Hale El şıh İ., Hatice G., Hazal A., Hüsnü T., Latife K., Melisa Ç., Meryem D., Nurgül K., Pınar Z., Semiha T., Sevgi E., Shaxnoz L., Türkan F., Ummuhan K.
Sibat: Aynur İ., Behiye T., Beyza Akdoğan, Buket K., Dilek Şen, Fatma Ş., Fener A., Gülcan A., Hatice Çelik, Leeqa Azemi, Necla Özbiber, Ruha Dabul, Sibel G., Selma Yalçın, Seher Güzide, Şadiye Aydın, Servet Nur Şahin.
Adar: Cansever S., Damla Bakiler, Dilan A., Fatma Kara, Fatma Y., Fikriye A., Fikriye Turgut, Gülnur A., Halime A., Hatice Göktaş, Hatice Kış, Havva A., Havva Y., Merve Nur Yararlık, Nazan Deniz Bakiler, Nesibe E., Nesrin P., Ö.K., Sabriye Törköz, Sevcan Demir S., Sevcan Y., Sultan U., Şeyma Gökçe, Valentina Gurgenadze.
Nîsan: Ayşegül B., Aysun Candan, Bahar Tunalu, Betül A., Beste K., Deniz Oktay, Elif C., Emine A., Gülay I., Hanna D., Hatice A.B., Hatice K., Hatice Ünlü, Hazal M., Hüsne H., Kader Küçükosman, Melike G., Nazmiye B., Nazmiye U., Pınar A., Rabia Ş., Selen Sakın, Sevda G., Sevilay Y., Şenaye A., Şerife K., Sinem Çesim, Süreyya A., Vasılahon Usmanova, Yazgülü Coşkun, Zeliha Çimibuk, Zeliha K., Zeliha Y., Zennur A., Zeynep S., Zöhre Yıldırım.
Gulan: Adalet M., Aysel S., Asiye B., Bahar Aksu, Deniz Karakaya, Dilruba Elif Çetin, Diyana M., Elmas Ç., Eser Karaca, Esengül Kaya, Fatma Y., Gülseren Kurtman, Hatice Ç., Hatice Yalman, Hatun Ç., Kadriye Abak, Kudret Polat, Neriman Onur, Nura Zemzem, Rana Çavuş Gökçin, Safiye D., Saliha K., Şevval Çiftçi, Yeter A., Yonca Çavuş, Zeynep Z.
Heziran: Elif Nur Tüfekçi, Emir K., Feryal İ., Gülizar Yıldız, Hatice C., Hüsniye M., Leyla D. , Müyesser Kızıloluk, Oya Budak, Sebahat A. , Yaprak Türk , Yasemin B. , Zukaa Mahmoud, Şerife E.
Tîrmeh: A.İ., Ayşe Tokyaz, Aygül Ç., Belkıs Keskin, Demet Akarsu, Devrim S., Dinara Alya U., Emine C., Eylem Y., Fati Asan, Havva Y., Helin Eren, İlayda Alkaş, Kader K., Kezban Demirci, Meliha K., Merve V., Muattar Alıeva, Nazife A., Nazlı Ç., Nazmiye K., Nurcan Özkul, Özlem B., Özlem Ö., Selda K., Semra Çelik, Sevda Türker, Shabana Solaıman K., Sibel N., Songül B., Teslime Ç., Türkan Söylemez
Tebax: Ayten A. – Burcu D. – Cevahir İnan – Didem Ö.A. – Eşe Adamhasan – F.K. – Fatıma Rahmani – Gonca A. – Kadriye E. – Kezban Süne – Najiba İ. – Nazlı D. – Nazlı S. – Neşe K. – Nıgına Sattarova – S.A. – Semra D. – Sevi̇ Yandık – Sevgül U. – Sinem S. – Songül Perçem – Tuğba S. – Çiğdem K.
Îlon: Azime Ö., Ayşe K., Ayşegül Çankaya, Başak G., Bülbül Ö., Durgül S., Dursune B., Gülşah G., Elvin Karadeniz, Emine K., Fadik P., Fatma G., Gülşah K., Hafie G., Hanım Biçer, İpek Genç, Jawhara Aboucheikh, Kübra Karadeniz, Leyla Ş., Melek Kişen, Müesser Ü., Selin Angun, Zeynep M., Züleyha E.
Cotmeh: Aysel Karakoç, Belgin A., Binnur G., Burçin Rezak A., Ebru Kaya, Fatma Funda Görkem, Gülben Duru, Gülhanım B., Gülistan Görkem, Hakkı Eren, Hasiba A., Hilal B., İlknur Kertlez, İzade T., Keziban P.A, Meliha Keskin, Mine A., Muradiye Gökmen, Nilay Kotan, Serpil G., Suzan E., Şennur Ç.
Mijdar: Arzu Kahalılova, Aydan Vural, Büşra K., Feride S. Firdevs A., Fatma G., İlknur T., İsmet B., Melisa Kölekçi, Meryem Ş., Münire Y., Nermin Tirit, Rabia A., Selvi K., Türkan Demirci, Yasemin Bulut.
(EMK/AY)






