Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Di 28ê Adarê de polîsan bi ser rojnameya Ozgur Demokrasî û Çapxaneya Gûnê de girtibûn û 21 kes desteser kiribûn. Ji 21 kesên desteserkirî 20 kes hatin girtin.
Di siet 16:21 ew kesên desteserkirî ji bo dadgehê hatine sewqkirin. Heşt kes bi sûcê “digel endamnebûnê bi dilê xwe alîkariya rêxistinê” hatine girtin. Xwediyê çapxaneyê Kasim Zengîn jî tê de 12 kes bi sûcê “endambûna rêxistinê û propagandayê” hatine girtin.
Ew kesên bi sûcê “alîkariya rêxistinê” hatîn girtin ev in: Cumali Öz, Mehmet Kadir Özkara, Özgür Bozkurt, Kemal Daşdöğen, Süleyman Güneş, Uğur Selman Kelekçiler, Muhammet Özkan û Mürsel Demir.
Ew kesên bi sûcê “endambûna rêxistinê hatîn girtin ev in: Kasım Zengin, Erdoğan Zamur, Cemal Tunç, İhsan Sinmiş, İrfan Karaca, Kazım Göçer, Mehmet Emin Sümeli, Musa Kaya, Sadettin Demirtaş, Necati Hizarcı, Polat Arslan û Mahmut Abay.
Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ji 23yê Tebaxa 2016ê ve weşana xwe didomîne.
(EA/MB)