Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji bo destpêkirina dewra edlî ya îsal, li Serokkomarîya Tirkiyeyê bernameyek dê bê çêkirin. 20 endamên Dadgeha Bilind biryar dane ku ew ê beşdarî bernameyê nebin.
Endamên Dadgeha Bilind dane zanîn ku ew ê "bi biryara xwe ya kesane" beşdar nebin.
Heta niho 43 baroyan jî eşkere kiriye ku ew ê beşdarî bernameya li Serokkomarîyê nebin.
Ji ber ku serokkomar serokê partîyeka sîyasî ye (AKP-Partîya Edalet û Pêşketinê) dadgehan diyar kiribû ku ew ê beşdarî bernameya di bin çavdêrîya serokkomarî de nebin.
Cara pêşiyê baroya Izmîrê eşere kiribû ku ew ê beşdarî bernameyê nebe. Baroyê ji Dadgeha Bilind re bi nivîskî nivîsîbû “em hêvî dikin hûn xwe azad bikin.”
Piştî Baroya Izmîrê 42 baroyên dî heman biryar bi heman sedemê daye.
Baroyên ku biryar daye ew ê beşdarî bernameyê nebin ev in:
Edene, Semsûr, Aksaray, Amasya, Enqere, Antalya, Artvin, Aydın, Balıkesir, Bilecik, Bingol, Bedlîs, Bolu, Bursa, Çanakkale, Denizli, Amed, Düzce, Eskişehir, Dîlok, Hatay, Iğdır, Isparta, İstanbul, İzmir, Kırklareli, Kocaeli, Kütahya, Malatya, Manisa, Mersin, Mûş, Muğla, Ordu, Sinop, Rûha, Şirnex, Tekirdağ, Dêrsim, Trabzon, Wan, Yalova, Zonguldak.
(AS/MB)