Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlementerên HDPê Ayhan Bilgen û Meral Daniş Beştaş duh careke din hatin binçavkirin û derbarê Daniş-Beştaş de biryara girtinê hat dayîn. Herwiha Parlementerê Wanê Lezgîn Botan jî piştî binçavkirinê serbest hat berdan.
Berdevkê HDPê û Parlementerê Qersê Ayhan Bilgen û Parlementerê Edenê Meral Daniş Beştaş hefteya borî hatibûn binçvakirin û piştî îfadedayînê bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan.
Lêbelê Serdozgeriya Amedê ji bo serbest berdana her du parlementeran îtiraz li biryara dadgehê kir û her du parlementer duh li Amedê hatin binçavkirin.
Piştî binçavkirinê derbarê Meral Daniş Beştaş de biryara girtinê hat dayîn. Lê Ayhan Bilgen hêjî binçavkirî ye.
Herwiha duh Parlementerê HDPê yê Wanê Lezgîn Botan hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku derbarê Lezgîn Botan de li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê doz hatiye vekirin û ji berk u Botan beşdarî rûniştina duyem a dozê nebûye, derbarê wî de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.
Lezgîn Botanî bi zora polîsan birine dadgehê û piştî îfadedayînê wî serbest berdan.
Tê zanîn ku piştî rakirina parêzbendiya parlementerên HDPê, li dijî wan pêla operasyon, binçavkirin û girtin destpê kiribûn. 12 parlementerên HDPê di 4ê Mijdarê de hatin girtin. Heta niha 2 ji wan serbest hatine berdan. Herwiha din av hefteya dawî de parlementerên HDPê Huda Kaya, Altan Tan, Meral Daniş Beştaş, Ayhan Bilgen, Ahmet Yildirim yek bi yek hatin binçavkirin.
11 parlementerên HDPê girtî ne
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag, Cîgirê Koma HDPê û Parlementerê Amedê Îdrîs Baluken, parlementerên bi navê Leyla Birlik, Selma Irmak, Nûrsel Aydogan, Gulser Yildirim, Ferhat Encu û Abdullah Zeydan di 4ê Mijdara 2016an de hatibûn girtin.
Parlementerê Colemêrgê Nihat Akdogan jî di 7ê Mijdarê de hatibû girtin.
Ziya Pir, Sirri Sureya Onder û Îmam Taşçier ku di heman operasyonê de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî serbest hatibûn berdan.
Derbarêr Parlementerê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlementera Wanê Tuba Hezer de jî biryara girtinê hatiye dayîn.
Cîgira Koma HDPê Çaglar Demirel û Parlementera Sêrtê Besîme Konca jî di 13ê Kanûnê de hatibûn girtin.
Parlementera Şirnexê Leyla Birlik di 4ê Çileyê de hatibû tehliyekirin.
Parlementerê Amedê û Serokwekîlê Koma HDPê Îdrîs Baluken jî di 30ê Çileyê de hat tehliyekirin.
Herî dawî Parlementera Edeneyê ya HDPê Meral Daniş Beşdaş di 31ê Çileyê de hat girtin.
Piştî girtina Daniş Beştaş, hejmara parlementerên girtî yên HDPê bûbû 11.
(EKN/HK/YO)