Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan ji bo 7 zanîngehan rektor tayin kir.
Biryarên tayînkirinê yên îro di Rojnameya Fermî de hatin weşandin wiha ne:
Ji bo Rektoriya Zanîngeha Altinbaşê Prof. Dr. Çagri Erhan, Rektoriya Zanîngeha Atîlimê Prof. Dr. Serkan Eryılmaz, Rektoriya Zanîngeha Bahçeşehîrê Prof. Dr. Esra Hatîpoglu, Rektoriya Zanîngeha Kultur a Stenbolê Prof. Dr. Fadîme Yuksektepe, Rektoriya Zanîngeha Artûklûya Mêrdînê Prof. Dr. Îbrahîm Ozcoşar, Rektoratiya Zanîngeha Saziya Hewayî ya Tirkiyeyê Prof. Dr. Rahmî Er û ji bo Rektoriya Zanîngeha Yaşarê Prof. Dr. Levent Kandiller hat tayînkirin.
Serokomar Erdogan ev tayînkirin li gor xala 13emîn a Qanûna Xwendina Bilind a bi hejmara 2547an û xalên 2, 3 û 7emîn ên Biryarnameya Serokomariyê ya jimara 3yan pêk anî.
(AS/AY)