Daxwaza îltîcayê herî zêde di meha Çiriya Pêşiyê ya 2018an de ji welatên Yekitiya Ewropayê (YE) hatiye kirin. Bi giştî 17 hezar û 300 welatiyên Tirkiyeyê serî li daxwaza îltîcayê daye û li benda bersivê ne.
Ofîsa Piştevaniya Îltîcayê ya Ewropayê(EOSA) aşkere kiriye, ku bi giştî 60 hezar û 500 kesan ji bo îltîcayê serî li welatên YEyê dane.
Ji kesên ku serî li îltîcayê dane, 2 hezar û 880 kes welatiyên Tirkiyeyê ne. Daxwaza îltîcayê him ji Tirkeyeyê him jî ji cîhanê herî zêde di meha Çiriya Pêşiyê ya 2018an de li welatên Yekitiya Ewropayê(YE) hatiye kirin.
Li gor daneyên EOSAyê, 17 hezar û 300 welatiyên Tirkiyeyê li benda bersiva daxwaza îltîcayê ne. Rêjeya wan kesên ku di 6 mehên dawîyê de bersiv bi erênî girtiye, ji sedî 44 e.
Herî zêde sûriyeyîyan daxwaza îltîcayê kiriye
Ji bo îltîcayê herî zêde suriyeyiyan serî li welatên YEyê xistiye û piştî Suriyeyê, herî zêde Afganîstanî, Iraqî û Îranî daxwaza îlticayê kirî ne. Herweha Tirkiye jî di rêza 5an de ye.
Tirkiye, di sala 2017an de di rêza 7em de bû. Li gor rapora EOSAyê , him ji Tirkiyeyê him jî ji Îranê daxwazên îltîcayê zêdetir bû ye. Di meha Çiriya Peşiyê ya 2018an de 3000 Îranî daxwaza îltîcayê li welatên YEyê kiriye. Herweha 14 hezar kesî jî daxwaza îltîcayê kiriye û li benda bersivê ne.
(OI/HK/AY/MB)
*Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.