Berdevkê berê yê Koma CHPyê yê IBByê û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Nû Tarik Balyali li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, daxuyaniya Walîtiya Stenbolê ya têkildarî Şaredariya Uskudarê rexne kir. Walîtiyê di daxuyaniyê de gotiye, "Ji bo hilbijartina Cîgirê Serokê Şaredariyê civîna Meclisa Şaredariya Uskudarê di saet 10.00ê 5ê Şemiya Îlona 2026an de guncav hatiye dîtin"

Seroka Şaredariya Uskudarê Sinem Dedetaş birin edliyeyê
"Daraz heta dawiyê siyasî ye"
Balyali di rexneya xwe de diyar kir ku hilbijartin dê di bin zexta ku daraz, rêveberî û emniyet bi hevahengî bi rê ve dibin de pêk bê.
▶︎ Geşedanên ku piştî betalkirina hilbijartina Cîgiriya Serokatiya Şaredariya Uskudarê qewimîn ev in;
▶︎ Pêşî 2 endamên Meclisê yên CHPyî ku di Tûra 3emîn a Cîgiriya Serokatiyê de deng dabûn AKPyê, ew ji partiya wan dan îstifakirin.
▶︎ Îro ji bo îfadeyê bang li 4 endamên me yên Meclisa Şaredariyê kirin. 2 endamên me yên Meclisê hatin desteserkirin û dê 4 rojan desteserkirî bimînin.
▶︎ Çend saet piştî desteserkirina endamên me yên Meclisa Şaredariyê, Walîtiya Stenbolê dîroka hilbijartina nû ya Cîgiriya Serokatiyê diyar kir.
▶︎ Di bin van şert û mercan de hilbijartina Cîgiriya Serokatiyê, dema endamên me di bin çavan de ne, di saet 10.00ê 5ê Şemiya Îlonê de dê were kirin.
▶︎ Çi digotin, “Di Tirkiyeyê de daraz serbixwe ye” ne wisa?
▶︎ Li Tirkiyeyê daraz ne serbixwe ye, berovajî wê heta dawiyê “siyasî” ye.

Seroka Şaredariya Uskudarê Sinem Dedetaş hat desteserkirin
Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Anadolûya Stenbolê, Seroka Şaredariya Uskudarê Sinem Dedetaş, Sekreterê Taybet Alihan Koçoglu, Mîmar Burçin Çevik û Avahîsaz Bulent Orhan Tozkoparan ku di 29ê Tîrmehê de bi tohmeta "bertîl" û "ji bo pêkanîna sûc avakirin û birêvebirina rêxistinê" hatibûn desteserkirin û piştre di 31ê Tîrmehê de Dadgeha Cezê û Aştiyê biryara girtina wan da.
(AEK/AY)
