Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li 14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Edliyeya Çaglayanê doza kuştina Hrant Dînkî ya ji nû ve tê dîtin, berdewam kir.
Di dozê de şeş jê girtî 85 karmend tên dadkirin ku tê îdiakirin di bûyera kuştina Hrant Dînkî de kêmasiyên wan hene. Îro hefteya 24an û danişîna 87an bi rê ve çû.
Daxwazên tehliyekirinê hebûn
Ramazan Akyurek Serokê Daîreya Istixbaratê, rojnameger Ercan Gun, Muharrem Demirkale Fermandarê Tîmê yê Istixbarata Cendermeyan yê Stenbolê, Binefser Yavûz Karakayayê li Midûriyeta Beşa Istixbarata Cendermeyan a Stenbolê erkdar û Hamza Celepoglûyê Fermandarê Navenda Nirxandan û ya Tehlîlkirina Istixbaratê yê Fermandariya Giştî ya Cendermeyan daxwaza tehliyeya xwe kirin ku di çarçoveya dozê de girtî ne.
Midûrê Şaxê Istixbaratê yê Stenbolê, Ali Fûat Yilmazer ku ew jî girtî ye, daxwaza tehliyeyê nekir.
Fermandarê Cendermeyan ê Trabzonê Alî Ozî bi hinceta nexweşiyên xwe daxwaz kir ku cezayê wî yê li malê tê pêkanîn, bi kontrole edlî bê guherandin. Di hefteya danişînê ya meha Tîrmehê de Alî Ozî serbest mabû û cezayê malê lê hatibû birîn.
Emre Efe Şîmşek Serokê heyeta dadgehê saet di 11.50 deqîqeyan de navber daye danişînê û diyar kir ku ew ê biryara xwe ya demkî di 14.30 deqîqeyan de aşkere bikin. Lê biryar di 15.30 deqîqeyan de hate aşkerekirin.
Du gumanbar hatin tehliyekirin
Dadgehê biryar girt ku Hamza Celepoglû û Yavûz Karakaya bên tehliyekirin.
Ji ber giraniya sûcên wan û îfadegirtina şahidan neqediya ye, dadgehê daxwaza tehliyeyê ya Akyurek, Demirkale û Gunî qebûl nekir.
Her weha serokê dadgehê Şîmşekî got, wan biryar girt ku di hefteya bê ya danişînê de weke şahid li Vedat Yavûz Alîkarê Serokê Daîreya Istixbaratê, Aydin Patan Alîkarê Midûrê Şaxê Karmendan û Ozcan Ozkan û Necmettîn Emreyî guhdar bikin.
Daxwaza Alî Ozî jî nehate qebûlkirin.
Hakan Bakircioglû yek ji parêzerên malbata Dînkî daxwaz kir ku Ahmet Aksoy, Serokê wê demê yê Daîreya Stenbolê yê MİTê guhdar bikin. Lê dadgehê ve daxwaz qebûl nekir.
Danişîn wê 12-13 û 14ê Adara 2019ê di saet 10.00ê de berdewam bike. (HA/FD)