1emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amedê tê lidarxistin, di roja duyemîn de didome.
Konferans, li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê tê lidarxistin. Aktîvîstên TJA’yê, parlamenterên ji Herêmên Kurdan, Rojhilata Navîn û Ewropayê û nûnerên partiyên siyasî tev li konferansê bûn.
Li salona konferansê bi zimanê Kurdî, Tirkî û Erebî pankarta “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk ava dikin” û flamayên “Jin, jiyan, azadî”, “Cinîya azad komelo azad” û “Jin azad dibe civak azad dibe” hatin daliqandin.
Her wiha gelek jin bi cil û bergên neteweyî tev li konferansê bûn. Roja duyemîn a konferansê dê bi atolye û komxebatan bidome.

Li Amedê “Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd” dest pê kir
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê atolyeyên dê di nava rojê de bên lidarxistin ev in:
* Leyla Qasim: Rol û polîtîkayên parlamenterên jin ên di mijara yekitiya neteweyî de.
* Hevrîn Xelef: Di parastina jinan de li dijî tundî û cihêkariya li dijî jinan, têkoşîna hevpar.
* Mîna Qazî: Di nava pirçandiyê de bandora nûnertiya jinan a siyasî ya li ser aştiya civakî û demokratîkbûna siyasetê.”
Tê payin ku piştî nîvro di çarçoveya pêşniyarên ji atolyeyan hatine girtin de encamnameya konferansê bê eşkerakirin.

